Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Mezin a Wanê Abdulahat Arvas got, “Kurê min diçe dibistanê û di dersa bijarte de Kurdî dixwîne.”
Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Wanê Abdulahat Aras derbarê hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.
Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Wanê rikeberiyê bikin.
Wan yek ji bajarê mezin ê Bakurê Kurdistanê ye û navendeke girîng a geştyariyê ye.
DEM Partî û AK Partî di mijara zêdekirina xizmetên geştyariyê de gelek sozan didin.
Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Wanê milyonek û 127 hezar û 612 e.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de li Wanê mafê dengdanê yên 708 hezar û 743 kesan heye.
DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal kirin namzed.
AK Partiyê biryar da ku Abdulahat Arvas bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.
Abdulahat Arvas bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.
“Em dê bi rehetî bi ser kevin”
Arvas ragihand ku xelkê Wanê êdî aramî û xizmetguzariyê dixwaze û aliyê ku xizmetguzariyê jî pêşkêşî xelkê Wanê bike AK Partî ye.
Arvas îdia kir ku ew dê bi rehetî bi ser kevin û got:
“Vê carê xelk ji bo hizûr were memleket, ji bo xizmetê û ji bo refahê dê dengê xwe bidin AK Partiyê.
Di navbera me û partiya muxalif de 13 pûan ferq heye. Di mîtînga Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan a Wanê de 55 hezar kesan guhdariya wî kir.”
“Ez dê xetên tramvay û teleferîkê ava bikim”
Di berdemiya axaftina xwe de Arvas amaje bi xizmetguzariyên hikûmetê yên ji bo Wanê kir û got:
“Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan xizmeteke mezin ji Wanê re kiriye.
Dibistanên me, nexweşxaneyên me, rêyên me çi ketibe ser milê hikûmetê ji bajarê me re hatine çêkirin.”
Derbarê projeyên xwe yên şaredariyê jî de Abdulahat Arvas da zanîn wî ji bo Wanê 24 proje amade kirine û got:
“Em dê li li navçeya Artemêtê ji bo geştyariyê seferên ferîbotan bidin dest pêkirin.
Em dê li Wanê xetên tramwayê û teleferîkê ava bikin.
“Qeyûman xizmet kir”
Arvas DEM Partiyê bi wê yekê tohmetbar dike ku derfetên şaredariyan naxin xizmeta xelkê ji ber wê li cihê wan qayûm tên danîn.
Derbarê vê mijarê de Arvas wiha got:
"Çima qeyûm hatin? Tawanbar kî ye? Kî bû sebeba qeyûman?
Ev rêveberiya dewletê ji bo xizmeta xelkê bike ye.
Eger di te de pirsgirêkek hebe, eger pereyê dewletê dayî tu ji bo milet xerç nekî û tu bişînî çiyê û cihên cuda dewlet qebûl nake, qeyûm datîne.
Ev 7-8 sal in qeyûm hatiye û bajarê me xweş bûye û li bajarê me aramî çêbûye.
Eger hûn qeyûman naxwazin wê demê kesên pak û tevlî ti sucan nebûne bikin namzed ku dewlet nekare qeyûm tayîn bike.”
“Erdogan xwest li gel Barzanî pirsgirêka Kurd çareser bike”
Arvas pêvajoya çareseriyê bi bîr xist û got:
“Di dema pêvajoya çareseriyê sala 2012-2013an Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got ev (Pirsa Kurd) meseleya min e. Ev jehr jî be ez dê vexwim.
Wî got ku ev bibe sedema canê min jî ez dê vê meseleyê çareser bikim.”
“Temellî heqerat li Barzanî kir lê DEM Partiyê ew kir parlamenter”
Abdulahat Arvas rexne li siyasetmedarên DEM Partiyê jî girt û bi bîr xist ku dema Erdogan li gel Serok Mesûd Barzanî, Şivan Perwer, Leyla Zana û rûsipiyên din ên Kurdan hewla çareserkirina pirsa Kurd dida, Sezaî Temellî heqaret li Serok Barzanî kiriye û DEM Partiyê jî ew kiriye parlamenterê Mûşê.
Debarê vê yekê de Arvas got:
“Sezaî Temellî ku wê demê parlamenterê Wanê bû û niha parlamenterê Mûşê ye, bi tweetekê heqaret li Barzanî kir.
Ew ne Kurd e, Tirk e. Lê xortên me ew qasî xapiyan ku ji bo Sezaî Temellî xwe dikujin lê heqaretê li Kak Mesûd Barzanî dikin.
Malbata Barzanî pêşengiya Kurdan kiriye û bedel daye. Wan xizmeta gelê xwe kiriye.
Sezaî Temellî kî ye? Hevserokên jin ên ji DEM Partiyê tên hemû Ereb in. Ya niha jî Ereb e.
Dema ez parlamenter bûm ji 67 parlamenterên HDPyê 40 jê ne Kurd bûn. Ma Kurd nînin?
Wê demê di nava AK Partiyê de 60 parlamenterên Kurd hebûn. Di hikûmeta AK Partiyê de 5 wezîrên Kurd hene. Alîkarê Serok Kurdê Zaza ye.”
“Zarokên min dersên Kurdî dibînin”
Namzedê Serokê Şaredariya Wanê yê AK Partiyê herî dawî got:
"Zimanê fermî yê hikûmetê Tirkî ye, zimanên mihelî di jiyanê de ne qedexe ne. Tu dikarî zarokê xwe bişînî dibistana Kurdî û dibistana Kurdî vekî.
Kurê min diçe dibistanê û di dersa bijarte de Kurdî dixwîne.
Kesên ku daxwaza zimanê Kurdî bike divê çanda Kurda bizane, heq û hiqûqê Kurda bizane.
Wan Tirkên çepên marjînal anîne û dibêjin em daxwaza mafê we dikin lê çi pêwendiya wan bi Kurdan û mafê Kurdan re tune ye.
Dema Erdogan hat Wanê ez bi Kurdî axivîm.
CHPyê zimanê me qedexe kiribû.
Niha li 8 zanîngehan perwerdeya Kurdî tê dayîn. Lê zihniyeta PKKyê Kurdayetiyê qebûl nake.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse