Çi projeyên Namzedê DEM Partiyê yê Wanê ji bo Kurdî û ciwanan hene?

19-03-2024
RÛDAW
Abdullah Zeydan li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî
Abdullah Zeydan li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî
Nîşan Wan Hilbijartinên Şaredariyan Abdullah Zeydan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ragihand ku ew dê di hilbijartinên 31ê Adarê de Wanê ji qeyûm rizgar bikin.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Wanê rikeberiyê bikin.

Wan yek ji bajarê mezin ê Bakurê Kurdistanê ye û navendeke girîng a geştyariyê ye.

DEM Partî û AK Partî di mijara zêdekirina xizmetên geştyariyê de gelek sozan didin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Wanê milyonek û 127 hezar û 612 e.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li Wanê mafê dengdanê yên 708 hezar û 743 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal kirin namzed.

AK Partiyê biryar da ku Abdulahat Arvas bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

HDPyê di hilbijartinên 2019an de ji sedî 54ê  dengan bi dest xistibû û şaredarî qezenc kiribû lê qeyûm li cihê şaredarê HDPyê hat danîn.

Abdullah Zeydan destpêkê Newroz li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz kir û got ku îro gelê Kurd aştiyê û jiyaneke wekhev û birûmet dixwaze.

“Em dê şaredariyan ji qeyûman rizgar bikin”

Zeydan diyar kir ku ew ji hilbijartinan bihêvî ne û got:

“Em dizanin dema em wekî gelê Kurd û gelê aştîxwaz bibin yek em dê di hilbijartinan de serbikevin û şaredariyên xwe ji desthilatdariya qeyûmên AKPyê rizgar bikin û rê li ber aştiyê vekin.

Herwiha em bibin yek em dizanin ku tecrîda bê huqûq a li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin û siyasetmedarên girtî yên wekî Selahattîn Demîrtaş, Gulten Kişanak, Fîgen Yuksekdag û Bekîr Kaya bên berdan.”

“Qeyûmên AKPyê şaredariyên gelê me desteser kirine”

Derbarê kiriyarên qeyûman Zeydan got:

"Wekî hûn jî dizanin li Wanê 10 sal in qeyûmên AKPyê şaredariyên gelê me desteser kirine.

Ev ne tenê desteserkirina avahiya şaredariyê ye herwiha li hemberî hebûna gelê Kurd e, li hemberî hebûna hemû gelên li Wanê ne.

Ev li hemberî nasname, jiyan û çanda gelê Kurd e.

Ji ber vê yekê qayûmên AKPyê 10 salan tiştek ji Wanê re nekirine.

Em îro dibînin ku wan tenê derdora xwe zengîntir kirine. Jixwe ti caran hêviyên me jî ji wan nebû ku xizmeta bajêr bikin.

Ji ber ku wan ti caran ev bajar wekî bajarê xwe nedîtin û wan ti caran mirovên li vê derê wekî xwişk, bira û mezinên xwe nedîtin.

Lê em ne wisa ne, em kur û keçên vî gelî ne. Em dê xizmeteke baş ji bo gelê xwe bikin û em dê bi şev û roj bixebitin.

Hûn dizanin van qeyûman belangaziyeke gelekî mezin afirandiye.

Îro bajareke wekî Wanê Rabil Alemîn her tişt daye û li her bihosteke wî bereket diafire lê mixabin di nav belengaziyeke mezin de ye.

Sedema vê yekê jî ew e ku îdareyke baş nekirin. Lê em dê vê qedara gelê xwe biguherînin.”

“Di her warî de pirsgirêk hene”

Zeydan amaje bi wê yekê kir ku di her warî de pirsgirêk gelek in û tiştek ji Wanê re nehatiye kirin û wiha domand:

“Bajarê Wanê xwedî dîrok û xwezayeke pirçandî, dewlemend e.

Gola Wanê û Gola Erçekê xwediyê xwezayeke bêhempa ye.

Axa bajarê me bi bereket e û mirov çi biçîne dê baş berhem bide.

Herwiha di xwedîkirina sewalan de jî li Tirkiyeyê wîlayeta pêncemîn a herî  pêşketiye.

Lê mixabin desthilatdariya AKPyê pêşiya van henûyan girtiye û destekê nedan pêşxistina hilberîn, çandinî û sewalkariyê.”

“Ciwan ji ber bêkariyê koç dikin”

Zeydan bal kişand ser bêkariyê û got:

“Ciwan ji ber ku bêkar in ji bajêr koç dikin û mezûnên zanîngehê li rojava di înşaetê de dixebitin.

Em dê vê qedera gelê xwe biguherînin û di her warî de piştevaniya ciwanên xwe bikin.

Em dê li Wanê tûrîzma zivistan, havîn, tûrîzma pirçandî û tûrîzma golê pêş bixin.

Em bangî xwişk û birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê jî dikin ew jî bên piştevaniya gelê Wanê bikin.

Bila bên bajarê roniya çavê Serhedê bajarê Wanê bibînin.”

“Em dê kreşên Kurdî vekin”

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser mijara ziman jî wiha got:

"Hûn jî dizanin qeyûmên AKPyê şaredariyên me desteser kirine û êrişî saziyên me yên têkildarî ziman, çand û jinan.

Êrişên qeyûman li ser henûna gelê Kurd e.

Şaredariyên me piştgiriya pêşxistina zimanê Kurdî û her zimanke din dikin.

Em ne tenê zimanê Kurdî, her wiha piştgiriya hemû ziman, ol û hemû nasnameyên li vê erdnîgariyê dikin.

Ziman diyariyek e ku Xwedê daye mirovan. Lewma em dê saziyên ziman ji nû ve ava bikin.

Em dê kreşên Kurdî vekin. Em dê di warê çand û hunerê de 'Mala Dengbejler' ava bikin.

Em dê ji aliyê aborî ve piştgiriya weşanxane û nivîskarên Kurd bikin.

Ji bo zimanê Kurdî pêşbikeve çi pêwîst be em dê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst