YNKyê derbarê hilbijartinên Kurdistanê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, “Divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin.”
Polîtburaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li Dabeşanê civiya û piştî civînê daxuyaniyek belav kir.
YNKyê diyar kir di civînê de behsa amadekariyên hilbijartinan ên li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê yek ji mijarên din ê civînê belavkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistan bûye ku ji ber pereyê kêm û neşandina pere ji aliyê Bexdayê hatiye rawestandin.
Polîtburoya PDKyê doh bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiyabû û piştî civînê di daxuyaniyekê de gotibû:
“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”
Polîtburoya YNKyê derbarê vê mijarê jî got:
“Hilbijartin bi tenê rêya rast û rewa ya nûkirina pêvajoya demokrasiyê û serweriyê ye li welatê me.
Nekirina hilbijatinan di dema hatiye ragihandin de, ji ber çi sedemê dibe bila bibe paşveçûneke di pêvajoya demokrasiyê de ye û serencama meşrû ya dezgehên herêmê jî dixe jêr pirsiyaran."
Di civînê de herwiha hat gotin ku ezmûna zêdetir ji 30 salan a Kurdistana azad bi qurbanîdana gelê Kurd hatiye bidestxistin û divê bi veguhastina demokratîk a desthilatê were parastin.