Duhok – Li devera helîkopter ketî 2 cenazeyên din hatin dîtin

19-03-2023
RÛDAW
Li devera helîkopter ketî 3 cenazeyên din hatin dîtin
Li devera helîkopter ketî 3 cenazeyên din hatin dîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê 2 cenazeyên din hatin dîtin û ew cenaze bo Tipa Dadê Duhokê hatin veguhestin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Duhokê Nasir Elî ragihand ku îro Yekşemê 19ê Adara 2023yan piştî nîvro li nêzî gundê Berkiatê yê li sînorê navçeya nahyeya Çemankê 2 cenazeyên din hatine dîtin û şandine Tipa Dadê ya Duhokê.

Wekî ku Nasir Elî dibêje, wî agahî ji karbidestên peywendîdar wergirtiye û tê pêşbînîkiri ku wan kesan di encama ketina "du helîkopteran" ên roja Çarşemê de canê xwe ji dest dabin.

15ê Adara 2023an de li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek ketibû xwarê, 7 kesan tê de canê xwe ji dest dane ku 4 zilam û 3 jin in.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin ku 2 helîkopterên ku di nav de endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî hene ku ji bo perwerdeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûbûn Silêmaniyê, ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê.

HSDê destnîşan kir ku di her du helîkopteran de 9 şervanên bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê canê xwe ji dest dane.

Roja Şemiyê 18ê Adara 2023yan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Çiyayê Korakê xwarina êvarê ji bo hejmarek konsulxane û nûnerên welatên herêma Kurdistanê û Iraqê saz kir û Behsa boneyên Adar û Newrozê, peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û Iraqê kir. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi tenê helîkopterekê ketî xwarê kir û got helîkopter "bi eslê xwe ji aliyê komeke di nava YNKÊ de hatine kirîn, lê em nizanin çawa gihiştine destê HSDê. Em nizanin ji bo çi ew li wir bûn û ji ber çi ketine xwarê, hinek nezelalî hene, lewma pêwîstiya vê yekê bi lêkolînîn zêdetir heye. Lêkolîn hatine destpêkirin da ku were zanîn ew helîkopter çi ne û çima li wir bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst