Li Geverê pîrozbahiyên bi coş: 'Newroz a Kurdan e'

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê tevî baran û hewaya sar Newroz bi coş tê pîrozkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede ji Rûdawê re axivî û got“Newroz xwedî dîrokeke dirêj e. Newroz a hemû gelan e, lê beriya her tiştî Newroz a Kurdan e.”

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tevî hewaya sar û baranê jî gelek kes ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Stadyuma Yenîşehîrê.

Li qada ku stranên Newrozê dihatin lêxistin, gelê Geverê bi taybet ciwan govend gerandin û dirûşme berz kirin.

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û parlamenterl HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede beşdarî bernameya Newrozê bûn.

Beştaş ji mîkrofona Rûdawê re axivî û got “Newroz pîroz be. Li dijî zilm û zordariyê pîroz be. Îro roja berxwedanê ye.”

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede ji Rûdawê re axivî û got, “Newroz xwedî dîrokeke dirêj e. Newroz a hemû gelan e, lê beriya her tiştî Newroz ya Kurdan e. Ji vir em silavên xwe ji Hewlêr, Mehabad, Qamislo û Amedê re dişînin. Newroz li dijî zilm û zordariyê ye. Em hêvî dikin ku ev bibe sedema dawiya zilmê.”

Piştî axaftina Beştaş û Dede ji girseyê re, Beştaş û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin.

Di çarçoveya bernameyê de hunermend Hîvron derket ser dikê.