3 kesên di lehiyê de wenda bûn 4 roj in nehatine dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê, 3 kesên ku di lehiya 15ê Adarê de wenda bûn heta niha nehatine dîtin.

Roja 15ê Adarê li Riha û Semsûrê ji ber barana zêde lehî rabû û li Rihayê 16 û li Semsûrê 2 kesan canê xwe jidest dan û 3 kes jî wenda bûn.

Li Rihayê Emin Ergunê 24 salî ku 15ê Adarê ligel barhilgira xwe di navbera rêya Hewag û Curnereşê de bi lehiyê re çû wenda bû, heta niha nehatiye dîtin. Dîmenên herikîna bahilgira Ergun bi lehiyê re ji aliyê welatiyan ve bi telefonê hatibûn kişandin.

Tê gumankirin ku Ergun û barhilgira wî noqî Gola Bendava Ataturk bûne. Xebatên lêgerînê li herêma ku ava lehiyê herîkî Bendava Ataturk, bi 200 kesan berdewam e. Tîmên xwebexş ên ji Amedê jî beşdarî xebatên lêgerînê dibin.

Li navçeya Tûtê ya Semsûrê jî Fatma Tekdal û keça wê Zeynep Zumra ya sal û nîvekê, ku bi lehiyê re çûbûn, nehatin dîtin. Xebatên lêgerînê bo Fatma û keça wê Zeynep li Çemê Omerova berdewam dikin.