Li Almanya 5emîn salvegera dagîrkirina Efrînê hat bibîranîn

19-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Osnabrûkê yê Almanyayê di mêtîngekê de dagîrkirina Efrînê hat protestokirin.

Bi munasebeta 5emîn salvegera dagîrkirina Efrînê, li çend bajarên Almanya çalakî hatin kirin.

Li bajarê Essenê semînarek bi navê “Efrîn Piştî 2 Erdhejan” hata sazkirin. Di semînarê de 2 babet li pêş beşdaran hatin pêşkêşkirin.

Li bajarê Bonnê jî salvegera dagîrkirina Efrînê bi xwepêşandanekê hate bibîranîn. Li bajarê Osnabrûkê jî mêtîngeke protestokirina dagîrkirina Efrînê çêbû.

Dagirkirina Efrînê

 Duh 5 sal di ser dagirkirina Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve re derbas dibin.

Di 18ê Adara 2018an rojeke weke îro de, piştî şerekî ku 58 rojan berdewam kir, bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat dagirkirin. Rewşeke nû li Efrînê çêbû û gelek guhertin bi xwe re anîn.

Li Efrînê di bin desthilata nû de, Kurdan êş û azarên zêde dîtin û hejmareke zêde ya binpêkirinan weke girtin, revandin, îşkencedan û talankirina mal û milkan û destdanîna ser mal û milkên xelkê û guhertina demografiyê jî dest pê kir.

Hejmareke zêde ya xelkê hem ji ber şerê 58 rojan û hem jî ji ber binpêkirinan û astengiyan koçber û derbider bûn û berê xwe dane taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên li Helebê, Heseke û Şehba û Qamişlo.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst