Li Wanê tevî xembariya erdhêjê Newroz bi coş hat pîrozkirin

19-03-2023
Rawîn Stêrk
Xelkê Wanê bi cilûbergên xwe yên netewî Newroz pîroz kirin
Xelkê Wanê bi cilûbergên xwe yên netewî Newroz pîroz kirin
Nîşan Newroz Wan
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li Wan a bajarê serhedê pîrozahiyên Newrozê tevî baran û sistiya piştî erdhêjê bi beşdariya deh hezaran kesî û bi coşeke mezin birêve ve çû. Beşeke zêde ya jin û ciwanan bi cilûbergên netewî beşdarî Newrozê bûn û hejmareke zêde jî alayên Kurdistanê hatin hildan. Herwiha him danasîna Partiya Kesk a Çep hate kirin û him jî starta xebatên hilbijartinê hate dan.

Kela Wanê ku di dîroka xwe de bûye şahide çendîn berxwedan û şeran îro careke din mazûvaniya Newrozê kir. Bi deh hezaran kesên xelkê Wanê tevî baran û şiliyeke zêde ji serê sibehê ve bere xwe dan Parka Newrozê ya li kelaka Kelehê. Tevî xembariya erdhêjê jî Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Newroza îsal li Wanê bi amadekariya HDPê û Partiya Kesk a Çep hate kirin ku biryar e ji ber doza girtinê HDP bi navê vê partiye beşdarî hilbijartinan bibe. Di hemû axaftinan de jî bang hate kirin ku xelk li standên amade bibin endamên vê partiyê. Li hêla din flama û alên vê partiyê jî cara ewil hatin bilindkirin.

Hevserokê berê yê HDPê Sezaî Temellî li ser Newrozê got, "Divê Tirkiye bibe welatekî demokratik û aştî were nav û divê Rojhilata Navîn ji vê xewnereşkê hişyar bibe. Bê guman hêza ku karibê vê pêk bîne jî gelê kurd e, nûnerên wê ne ango HDP ye.  Girîgtirîn îrade li Tirkiye HDP ye. Em jî îro bi vê îrade û van hestan beşdarî Newrozê dibin."

Li Wanê îsal tedbîrên emnî li gor salên çuyî di asteke nizmtir de bûn. Herwiha hejmareke zêde alayên rengîn jî hatin bilindkirin û piraniya jin û ciwanan jî bi cilûbergên netewî beşdarî pîrozbahiyan bûn. Li qada Newrozê îsal xemgîniya erdhêjê û coşa bihar û kelecana hilbijartinan bi hev re hate hewandin. Newroz bêyî arîşe û ragêşiyeke eger, di nava aramiyê de derbas bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst