Li Dêrsimê Newroz bêyî şahî hat pîrozkirin

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê tevî baranê û hewaya sar li parka Seyît Riza Newroz hat pîrozkirin.

Li Dêrsimê 19ê Adarê bi sedan kesên ku li Kolana Hunerê kombûn bi bilindkirina pankartan û siloganan heta parka Seyît Riza meşiyan û li wir Newroz pîroz kirin.

Ji ber erdheja Mereşê ku tê de 49 hezar û 589 kesan canê xwe ji dest dan, di pîrozbahiya Newrozê ya Dêrsimê de şahî nehat gerandin, tenê daxuyanî hatin dayîn.

Di pîrozbahiyê de Parlementerê HDPê yê Dêrsimê Alîcan Onlu axivî û hemû şehîdên Kurdistanê û qurbaniyên erdhejê bibîr anîn û Newroza beşdaran pîroz kir.

Herwiha Endamê Pilatforma Ked û Demokrasiyê yê Dêrsimê Ozcan Ateş jî axivî û got: “Newroz, bedewî, aştî û biratî ye. Newroz di kesayetiya Dehak de serî rakirina li dijî bêmafî û zilmê ye.”

Her îro li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wek Wan, Êlih, Mêrdîn, Şewlîg, Colemêrg û Sêrtê jî Newroz hat pîrozkirin û agirê Newrozê hat pêxistin. Lê ji ber erdheja Mereşê ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirbû di van pîrozbahiyan de jî govend û şahî tinebû.