Li Xarpêtê pevçûn: 2 bira birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdisanê, roja 18ê Adarê di pevçûnekê de du bira bi çek birîndar bûn.

Li Taxa Dogukent a Xarpêtê, doh derengê şevê 18ê Adarê di navbera du aliyan de ji ber sedemeke ku nehat zanîn pevçûn derket.

Di encama pevçûnê de du bira di baxçeyê mala xwe de bi çek hatin birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Her du bira bo Nexweşxaneya Bajêr a Fethi Sekin hatin veguhestin.