Derbarê Emîne Şenyaşar de doz hat vekirin

19-03-2022
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar Doz Vekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayîka Kurd Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê mirovên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatîn kuştin, îdîanameya derbarê wê de ya bi îdiaya "heqaret li rayedarên giştî kiriye" ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.

Di îdianameya ku ji aliyê 4. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê ve hat qebûlkirin de, hat îdiakirin ku di mehên borî de dema nobeda edaletê de di axaftina Emîne Şenyaşar ya derbarê Wekîlê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz de "heqaret" heye.

Di derbarê Emîne Şenyaşar de ku ji 9ê Adara 2021an de Nobeta Edaletê digre, 14 lêpirsîn hatine detpêkirin.

Li ser berteka Emîne Şenyaşar a roja ku daxwaza wê ya hevdîtinê ya bi dozgeriyê re pêk nehat, derbarê we de doz hatin vekirin. Piştî serlêdana sûcê ya der barê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “heqaretê” îdianame hat amadekirin.

Li navçeya Pirsûsê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê ji 3 salan zêdetir e li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst