Kurdên Lubnanê; xwedî dîrok û rola mezin lê bêmaf

19-03-2022
RÛDAW
Seroka Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî Henan Osman
Seroka Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî Henan Osman
Nîşan Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî Henan Osman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzikî 150 hezar Kurd li Lubnanê dijîn û heta niha cihê xwe di hikûmetê de negirtine û ji mafên xwe bêpar mane.

Hejmara Kurdên Lubnanê

Li gor amarên ku ji rêxistinên hikûmî û nehikûmî bi dest peyamnêrê Rûdawê ketine, hejmara Kurdên Lubnanê derdora 150 hezar kesan tê pêşbînîkirin ku li seranserê Lubnanê belav bûne.

Li gor zanyariyên Rûdawê navnivîsandina ji bo wergirtina welatînameya Lubnanê herî dawî sala 1994an bû, lewma ji wê demê ve beşeke mezin a Kurdên Lubnanê bênasname û welatîname ne û herwiha ti parlamenterekî Kurd jî li parlamentoya Lubnanê nîne.

Seroka Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî Henan Osman li Beyrûta paytexta Lubnanê bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Mistefa Goran da.

Kurd û rola di dîroka Lubnanê de

Henan Osman amaje bi wê dike, Kurd li Lubnanê xwedî dîrok û roleke mezin in, lê ji mafên xwe bêpar mane û dibêje, “Hejmareke zêde ya Kurdan li Lubnanê hene, dîroka wan a gelek dirêj e di çêkirina Lubnan û di parastin û şaristaniya Lubnanê de roleke esasî lîstine” lê Osman tekez dike, tevî van rastiyên dîrokî jî gelê Kurd ji mafên xwe dûr maye.

Seroka Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî bal dikişîne ser wê yekê, gelek pêkhateyên olî û etnîkî li Lubnanê dijîn û “yek ji wan Kurd in ku negihiştiye mafên xwe. Kurdan di şaristanî û sivîlbûna ku li Lubnanê heye, rolek lîstine, lê mixabin negihiştine mafên xwe.”

18 taîfe li Lubnanê hene

Li Lubnanê ti berbijêrekî Kurd ji bo parlamenteriyê tune ye û heta niha jî ti nûnerekî Kurdan li parlamentoyê cih negirtiye. Henan Osman li ser vê mijarê jî behsa wê dike, di dîroka parlamenterî û hilbijartinên Lubnanê de “gelê Lubnanê li ser taîfeya Sunne hatiye diyarkirin. Ev jî tiştek e ku me gelek jê winda kiriye.”

Di dewama axaftina xwe de Osman dibêje, “18 taîfe li Lubnanê hene, lê mixabin Kurd wek qewmiyetek wek xwedî ziman û çandeke cuda nehatine destnîşankirin û li ser taîfa Sunne hatine danîn. Lê van salên dawî, wek komele wek jinên Kurd me hewl da `em bêjin, em miletekî cuda ne, qewmiyeta me cuda ye û divê em li ser taîfa Sunne neyên hesabkirin.”

Daxwazên Kurdan

Li ser hewlên ji bo cihgirtina di nav siyaset û hikûmeta Lubnanê de jî Henan Osman dibêje, “Sala 2018an ez berbijêr bûm ku cara yekem bû jineke Kurd di hilbijartinan de cih digire. Doz û bernameya me jî di hilbijartinê de ew bû ku kursiyek ji Kurdan re bê dayîn.”

Seroka Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî tekez dike, “Nêzikî 70 hezar Kurd li Beyrûtê hene û hemû dikarin deng bidin. Çima dengê van ji hinekên din re biçe. Jibilî wê jî gelek maf hene ku (Kurd) negihiştinê; ziman, çand û huner… û ev jî mafên esasî ne em biparêzin ku em li welatekî derveyî Kurdistanê ne, em xwe çawa biparêzin, çawa çanda xwe biparêzin!”

Kurd li Lubnanê jî perçebûyî ne

Henan Osman derbarê helwest û nêrîna Kurdan li ser hilbijartinên Lubnanê jî dibêje, “Wek taîfeyên din mixabin Kurd jî perçe bûne, mixabin di dîroka me ya Kurdistanê de jî ev perçebûna heyî, gelek zirar û zehmetî daye me û pêşeroja me. Di hindûrê Lubnanê de perçebûneke siyasî di nav me de jî heye. Piştgirî didin aliyên cuda.”

Seroka Komeleya Newroz ya Çandî û Civakî bibîr dixe, wan îsal ji ber yasa û rêsayên ku hene, wek Kurd hilbijartin boykot kirine û jê derketine û dibêje, “Niha gelek Kurd hene ku bê nasname ne û belgeyek tenê bi wan re heye. Heta niha hewl didin nasnameyê werbigirin ku li vir çêbûne û mezin bûne. Lê wî mafî nadin Kurdan ku Sunne zêdetir nebin ji Mesihiyan. Lewma wan jî ji ber wê yekê di nav vê civaka siyasî ya Lubnanê de winda kirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst