Li Rojava ji ber nebûna êm xelk pezê xwe difroşe

19-03-2022
RÛDAW
Li Rojava ji ber nebûna êm xelk pezê xwe difroşe
Li Rojava ji ber nebûna êm xelk pezê xwe difroşe
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Nebûna Êm Pez Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bazareke pez a li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, gelek kesên ku pez xwedî dikin ji ber buhabûna êm êdî nikarin pezên xwe xwedî bikin, lewra neçar bûne bifroş in.

Xwediyê Pez Bavê Delîl dibêje “Xelk pezê xwe difroşe ji ber ku êm nîne, kiryar jî kêm in xelk bi erzanî difroşe, tu kes alîkariya xwediyên pez nake. Eger rewş wiha berdewam bike, pez namîne.”

Ji ber daketina nirxê Lîreyê Sûrî li hemberî dolarê Amerîkî, herwiha bi sedeam hişkesaliyê êm buhabûye, niha kîloyek nixal bi yek hezar û 400 lîreyî ye wate 55 sentin, yek kîlo ka bi 1700 lîreyî ye ku dike derdora 67 sentan.

Wediyê Pez Fewaz El-Selmo "Deh serî pezên min hene, êm nîne bixwin, berê me ji hawiyeyên zibil ji wan re êm derdixist, niha nahêl in em hawiyeyan tev bidin. Ez nizanim çi ji wan bikim, ez tînim bazarê kes nakire. Ji ber birçîbûnê ez dixwazim wan bifroşim."

Sala borî nirxê her miyekê derdora 700 hezar lîreyên Sûrî bû, ku nêzîkî 200 dolarên Amerîkî bûn, niha  her miyek dinavbera 150 ta 200 hezar lîreyên Sûrî de ye ku dike derdora 50 dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst