Li Qoser piştî pîrozbahiya Newrozê 5 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoser a Mêrdina Bakurê Kurdistanê piştî pîrozbahiya Newrozê 5 kes hatin desteserkirin.

Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê weke her sal bi hest û kelecaneke mezin pêşwaziyê li Cejna Newrozê dikin. Amdekariyên Newrozê bo roja 21ê Adarê li seranserî parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam in. Lê beşek ji parêzgeh û navçeyan pîrzobahiyên Newrozê destpê kirin.

Yek ji wan cihan jî navçeya Qoser ya ser bi parêzgeha Mêrdînê bû. Li wê navçeyê  Newroz li meydana Otogarê hat pîrozkirin û bi hezaran kes tevlî çoşa Newroza îsal a li vî bajarî bûn.

Serokê berê yê şaredariya bajarê Mêrdînê û parlementerê berê yê HDPê Ahmet Turk jî beşdarî pîrozbahiya Newrozî ya li Qoser bû.

Piştî pîrozbahiyê xelkê xwest bi meşeke girseyî ji qadê derbikevin, lê polîsan bi otombêlên zirxî pêşî li xelkê girtin û destûr nedan ku xwepêşandan bikin. Piştî vê yekê di navbera xelkê û polîsan de alozî çêbûn di encamê de 5 kes ji aliyê polîsên Tirkiye ve hatin desteserkirin