Li Reqayê lêgerîna gorên bikom berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li Reqayê bi serpereştiya Rêveberiya Xweser 28 gorên bikom hatine vedan û heta niha 6 hezar û 110 term hatine dîtin û 5 gorên din li pêşiya wan mane.

Çar sal in Reqa ji bin destê Daîşê derketiye lê hîna jî derxistina paşmayên şer bi dawî nehatiye.Tîma bersivdayîna lezgîne, saziyeke sivîle û Rêveberiya Xweser serpereştiya wê dike heta niha 28 gorên bi kom vekirine û 5 gorên din li pêşiya wan mane.

Endamê tîma bersivdayîna lezgîn Mihemed El-Ehmed dibêje “Piştî ku xelk me agahdar dikin, ku gorên bi kom yan jî korek ne naskirî li taxê wan heye, em wek tîm diçin deverê û nûçeyê piştrast dikin. Piştre dest bi kar dikin, terman derdixin û tomar dikin herwiha li gor pirensîpan dixin erşîfê de.”

Paytext û goristana metirsîdartirîn rêxistinên cîhanê ye, şerekî bê  minet di sala 2017 de jibo kontirolkirina vî bajarî çêbû, di dawiyê de, hestiyê welatiyan û girûpên çekdar bihevre hatin veşartin.

Pizîşkê Dadweriyê Ased Mihemed jî got “Em terman kom dikin û bi belge hejmar dikin beşekî jê dibin û li ser komputeran tomar dikin, ji bo pişkinîna DNA amade dikin, em yan por yan diran yan hestiyê terqwa yan hestiyê rehn dibin.”

Ji gorên bi kom heya niha 6 hezar û 110 term hatine derxistin û di gorên takane de hatine bicî kirin. Testa DNA li deverê tune ye û kes nizane kî kî ye. Pizîşkên dadweriyê ji her termekî perçeyekî dide alî, kodekê jê re datîne û li kogehekê taybey kom dike heya rojekê ji rojan pişkinîn çê bibin, encamdana pişkinînan jî dibe ku bi hezaran malbat heta demeke ne diyar di bendemayînê de bihêle.