Tifaqa Kurdistanî bang li gelê Kurd kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tifaqa Kurdistanî doza girtinê ya li dijî HDPê bi “tundî” şermezar kir û bang li hêzên demokrasiyê, muxalefetê û gelê Kurd kirk u “li hember neheqiyan” dengê xwe bilind bikin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi beşdariya nûnerên bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, derbarê doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a li Amedê kongreyeke rojnamevanî saz kir.

Daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek û daxuyaniya bi Tirkî jî ji aliyê

Sînan Çîftyurek amaje bi wê kir, 17ê Adara 2021ê de Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind bi tometa “jinavbirina dewletê” derbarê HDPê de doza girtinê vekiriye ku “di hilbijartinên sala 2018an de bi giranî bi saya dengên hilbijêrên Kurd bûye partiya sêyemîn a parlamentoyê.”

Çîftyurek ragihand ku ew ne biryareke hiqûqî ye û got, “Sedemek siyasî ye! Ji ber ku ev pêngava bi talimatên siyasî û li ser gef û israrên Tifaqa Komarî hatiye avêtin, derbek li hember demokrasî û serdestiya hiqûqê ye."

Serokê KKPê behsa wê jî kir hilweşandina parlamentiya Omer Faruk Gergerlîoglu û vekirina doza girtina HDPê ne rasthatinek e bi amajedan bi zextên li ser HDPê got, “Li hember partiyek ku temsîlîyeta 6 milyonan zêdetir dengan dike doza girtinê vekirin, şaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji kar dûr xistin, bê navber hilweşandina destnedayîna parlementerên HDPê, girtin û avêtina hepsê ya hevserokên giştî yên partiyê û bi hezaran rêveber û siyasetmedarên wê bi gotina herî sivîk binpêkirina serdestiya hiqûqê ye.”

Çîftyurek behsa helwesta ddewletê ya li hember partiyên Kurdî kir û got, “Ji salên 90î ta niha hikûmetên Tirk li hember gelê me yê bi biryarî di qada siyasî de têdikoşe û mafê xwe yê destûra bingehînî yê avakirina partiyên siyasî bikar tîne, şerekî ku hiqûqê binpê dike dimeşînin. PAK, PSK, KKP û PDK-T ji ber ku peyva Kurdistan di navê wan de ye, li ber pêngava dawî a girtinê ne. Wezereta Navxwe ya ku dezgehek rêveberiyê ye û peywira wê ya dadî tune ye, serlêdanên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û PDKê (Tîrmeha 2017an) asteng dike û daxwaznameyên wan red dike.”

Di dewama daxuyaniyê de Çîftyurek tekezî li ser hebûna pirsgirêkên Kurdan û xebata di warê siyasî de kir bo çareserkirina pirsgirêkan û ragihand, “Bi kurtasî ji ber ku em di çarçoveya têkoşînek qanûnî de ji bo çareseriyek siyasî, demokratîk û aştiyane bi biryar in, hewl didin ku bi tedbîrên derveyî hiqûqê û qedexe kirinan me bêdeng bikin. Israrkirina desthilatdariyê ya bi vê helwesta xwe ya siyasî, ku çareseriyên leşkerî yên berê hatine ceribandin û bo aştiyê encam nadin dubare dike, ne tu rê ye û alozî ye. Dengdêrên Kurd ji bo demokrasiyê, guherînê û veguherinê aktorek girîng ê siyasî ye. Divê rola wan a guherînên di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019ê neyê ji îrkirin. Pirsgirêkên gelê Kurd hene. Em bawer dikin çareseriya van pirsgirêkan bi rûyek siyasî, demokratîk û aştiyane pekan e. Ji ber wê em dixwazin bi awayek qanûnî xwe bi rexistin bikin û têbikoşin.”

Çîftyurek de behsa çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên aştiyane kir û got, “Divê li gor norm û peymanên navneteweyî pirsgirêka kurd were çareserkirin. Divê Tirkiye serdestiya hiqûqê, mafên mirovan û azadiya heqê rexistinbûyînê jî tê de hemû mafên bingehîn ên pergalek demokratîk di çarçoveya normên navneteweyî bicih bîne û garantî bike.”

Herwiha di dawiya daxuyaniyê de Serokê KKPê Sînan Çîftyurek got, “Em bang li hêzên demokrasiyê û muxalefetê dikin; werin bi hêzên qanûnî û siyasî yên gelê me re piştgiriyek aktîf bikin û li hember neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Em wek partiyên siyasî, hereket û saziyên li jêr îmzeyên wan hene, doza girtinê ya li hember HDPê hatiye vekirin bi awayek tund şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiya Newroza 2021ê bibin û îradeya xwe nîşan bidin. Em gelê xwe, partî û hêzên ku baweriya wan bi demokrasîyê hene, li dijî doza girtina HDPê banga piştevaniyê, li xwedî derketina mafên mirovan, têkoşîna azadiyê, demokrasî û serdestiya hiqûqê dikin.”