Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihand

19-03-2020
RÛDAW
Biryara qedexeya derketina derve ji aliyê Encûmena Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye dan
Biryara qedexeya derketina derve ji aliyê Encûmena Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye dan
Nîşan Rojava Kurdistan Rêveberiya Xweser Coronavirus Qedexe Vîrusa Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê, li seranserê herêmên di jêr kontrola xwe de qedexeya derketina derve ragihand.

Biryara qedexeya derketina derve ji aliyê Encûmena Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye dan.

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku îmzeyên herdu hevserokên wê encûmenê, Bîrîvan Xalid û Ebid Elmihbaş li ser e, tê gotin, ev biryar ji bo berjewendiya giştî û wek tedbîrek li hember metirsiya belavbûna vîrûsa Koronayê hatiye dan.

Li gor daxuyaniyê, qedexeya derketina derve li herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ji roja 23 Adarê saet 06:00 serê sibê ve dest pê dike, lê demek ji bo bidawîhatina qedexeyê nehatiye diyarkirin.

Herwiha li gor biryarê, roja 21ê Adarê ji saet 6 sibê ve tevger û veguhestinên di navbera rêveberiyên xweser û sivîl de û çûn û hatina di navbera bajar û bajarokên herêmên Rêveberiya Xweser de, têne rawestandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku hemû kafeterya, xwaringeh, bazar, salonên şahiyan, ofîsên doktoran û baxçeyên zarokan anku kireş têne girtin.

Hevserokatiya Encûmena Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha daye xuyakirin, ku nexweşxane, navendên tendirustî, dermanxane, rêxistinên navdewletî, Heyva Sor, Xaça Sor, lijneyên taqîmkirinê, karê paqijkirina bajêr, firin, otomobîlên ku xwarinê û şîrê zarokan dibin, dê karê xwe bikin û nayên girtin.

Rêveberiya Xweser daxwaz ji xelkê kiriye ku pabendî biryar û rênimayiyan bin û tekez kiriye, kesên ku van biryaran binpê bikin dê bêne cezakirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Encûmena Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vî awayî ye:

“Ji ber metirsiya vîrusa Koronayê li ser cîhanê û herêmê û ji bo parastina silametiya şêniyan, em ji tevahiya şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin van tedbîran pêk bînin:

1-Qedexeya derketina derve li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibeha roja Duşemê 23ê Adarê ve, di saet 06:00ê sibehê de destpê dike.

2-Tevger û veguhestinên di navbera rêveberiyên xweser û sivîl de û di navbera bajarên sereke de ji sibeha roja Şemî 21ê Adara 2020an ve di saet 06:00ê sibehê de tê qedexekirin.

3-Tevahiya xwaringeh, bazar, parkên giştî, iyadeyên taybet, holên şahiyan û konên sersaxiyê tên girtin.

4-Ev qedexe nexweşxane, navendên tendirustiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane, komînteyên pakkirinê, karkerên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê, wesayitên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan, sahrîcên sotemeniyê li xwe nagire.

5-Divê şênî tedbîrên hatine bibîrxistin pêk bînin û her kesek binpêkirinekê bike dê  rastî berpirsyariya qanûnî were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst