Li Bidlîsê qedexeya derketina derve

Hewlêr (Rûdaw) - Li 18 gund û gomên Tetwan û Xîzana navçeyên Bidlîsê qedexeya derketina derve hat îlankirin.

 

Parêzgeha Bidlîsê ragihand ku li 18 gund û gomên navçeyan heta 20ê Aadarê saet 23.59an qedexeya derketina derva hat îlankirin.

 

Di daxuyaniya parêzgeha Bedlîsê de hat ragihand ku “agahî hatin hildan ku terorîrstan li Guntepe, Beşîklî, Uçankuş, Yorgalar, Sarîdal, Çoreklî, Suboyî, Dîrlîk, Qisiqlî, Kepenek, Donertaş, Aktoprak, Boblesur, Sallîca, Teknecixa gund û gomên Tetwanê û Yixinkaya, Gezer û Çikçika gund û gomên Xîzanê sitargeh ava kirine.”

 

Qedexa îro ji saet 06.00an pê ve destpê kir û biryara heta 20 Adarê saet 23.59an berdewam e.

 

Herwiha hat gotin xwendekar dê ji xwendingehên xwe nemînin.