Navenda Nûçeyan - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HP) derbarê êrişên bi ser nirxên Kurdan ji aliyê leşkerên Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê got: “Ev bêtehemelkirina Kurdan e. Eer ku ne wisa be çi ji peykerê Kawayê Hesinkar dixwazin. Kawayê Hesinkar sembola çi ye?”
Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen îro li Enqere li navenda partiya xwe derbarê xirakirina peykerê Kawayê Hesinkar ê li Efrînê û rewşa wî bajarî civîna çapemeniyê pêk anî û got: “Axaftina derbarê Afrînê de qedexe kirine û diwazin deng qut bikin.”
Ayhan Bilgen bal kişand ser axaftina rayedarên Tirkiyê û şewaya medya wî welatî û wiha axifî: “Ji duh ve televizyon qala ala Artêşa Azad a Sûriyê dikin. Ez dixwazim bipirsim li gorî we Ala Herêma Kurdistanê ya Iraqê perçeyê potekî ye û ger ew al perçeyekî potiyekê be, wê demê ala Artêşa Azad a Sûriyê çiye. Kengî dewleta wan çê bû. Hemû tiştên kurdan dibin pot."
Bilgen di bedewamiya axaftina xwe de got: “Peykerê Kawayê Hesinkar ji aliyê Artêşa Azad a Sûriyê û Artêşa Tirkiyê ve li Efrînê hat xerakirin. Ev bêtehemelkirina Kurdan e. Eer ku ne wisa be çi ji peykerê Kawayê Hesinkar dixwazin. Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Kawa sembola azadiya gelan e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse