Gola Masiyan hat paqijkirin

19-03-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Gola Masiyan a li Rihayê ku beriya niha ji ber barana barî  tejî herî bibû hat paqijkirin.


Gola Masiyan a dibêjin ciyê ku Hezretî Îbrahîm lê avêtine agir e xebatên paqijkirinê hema hema xilas dibe.


Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê piştî baranê ji bo ku derûdora golê paqij bikin her alî bi ava şid şûştin.


36 tûpên oksîjenê danîn nav golê, bi 16 motorên avê ve jî av berî golê dan û anîn halê normal.




Rêveberê Giştî yê Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Hamdî Us diyar kir ku piştî xebatan, gol hate halê xwe yê sirûştî.


Hamdî Us ragihand ku Gola Masiyan ji heriyê hat paqijkirin û wiha got: "Ji roja ewil de em bi şev û bi roj dixebitin. Îro ava golê gihîşt asta xwe, lê dîsa jî xebatên me dewam dikin. Em xebatên xwe yên asayî dikin." 


Ji bajarên cuda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistaê welatî tên serdana Gola Masiyan û wêneya dikşînin. 




Eralp Akdag ku ji Edeneyê hatiye destnîşan kir wek kulûba wênegiran hatine û tevî kûrsiyeran wêneyên Gola Masiyan dikşînin. 


Akdag destnîşan kir Gola Masiyan zehf ecibandine û got ew dê wêneyên xwe li Edeneyê nîşan bidin. 


3yê Adarê ji ber baranê ava Gola Masiyan serda qelibîbû û ji ber heriyê qirêj bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst