Balafirên Tirkiyê gund û zozanên devera Badînan dan ber bombeyan!

Dihok (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê çend gund û zozanên devera Badînanê ya Başûrê Kurdistanê dan ber bombeyan.

Şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê bi hêceta hebûna hêz û kampên PKKê, gund û zozanên derdora bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dan ber bombeyan.

Peyamnêrên Rûdawê ragihandin, balafirên şer gundê Dêreş li devera Bergare her wiha devera Nihêlê, ku dikeve bintara çiyayê Metîna, dan ber bombeyan.

Balafirên şer her wiha zêdetirî 10 caran li dora gundê Perexê yê nahiya Derkarê ya Zaxo dan.