Ji bo Amed, Şirnex, Êlih û Sêrtê hişyarî hat dayîn: Tedbîran wergirin!

19-02-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Sêrt Şirnex Êlih Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Amed, Şirnex, Êlih û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfbarîneke bihêz da û ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Navenda Hişyariya Pêşwext û Pêşbîniyan a Herêma Amedê ya girêdayî Birêvebiriya Herêma 15emîn a Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê daxiyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê ji demjimêr 21:00ê şeva çarşemê û pê ve li navçeyên Bêşebab û Qilebanê yên Şirnexê, navçeyên Tillo, Hawêl, Berwarî  û Xizxêr ên Sêrtê, navçeyên Lice û Pasûrê yên Amedê û navçeyên Sason û Hezo yên Êliha Bakurê Kurdistanê berfeke bihêz bibare.

Saziya navborî ji welatiyan xwest ku li hemberî bûyerên wekî qeşagirtina rêyan, astengiyên çûnûhatinê, hatina aşûtan û her cor pêşhateke neyînî ya keşûhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst