KERKÛK - Efserê Kurd ê ku cotkar parastin hat cezakirin

19-02-2025
RÛDAW
Nîşan Rêber Mizûrî Kerkûk Sergeran Cotkarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serheng Rêber Mizûriyê ku li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê cotkarên Kurd parastin ji erkê xwe hat dûrxistin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Serheng Rêber Mizûrî yê ku Fermandarê Fewca 1emîn a Lîwaya 32yemîn a girêdayî Fîrqeya 8emîn e, ji ber ku li Sergeranê cotkarên Kurd parastin ji aliyê artêşa Îraqê ve hat cezakirin.

Heyeteke Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ya artêşa Îraqê doh li navçeya Dubizê derbarê Rêber Mizûrî dest bi lêpirsînê kir.

Piştî lêpirsînê Serheng Rêber Mizûrî ji erkê xwe hat dûrxistin heyetê ew şand malê.

Heyetê ji Mizurî re ragihand ku ew ji Fîrqeya 8emîn hatiye dûrxistin û jê xwest ku biçe malê û li benda teblixa biryarê be.

Artêşa Îraqê roja duşemê li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê êrişî cotkarên Kurd kir û hewl da wan ji erdên wan derxe.

Cotkarên Kurd li hemberî midaxeleya leşkeran li ber xwe dabû.

Serheng Rêber Mizûrî xwestibû leşkerên Îraqê yên ku bi cotkarên Kurd re xerab tevgeriyabûn bên cezakirin.

Li ser vê daxwazê, fermandarê operasyonên Kerkûkê jî Rêber Mizûrî ceza kir û ew ji wezîfeyê dûr xist.

Serheng Rêber Mizûrî ji ber êrişa ku li cotkarên Kurd hatiye kirin efserê Îraqî yê li herêmê wezîfedar ceza kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst