Li 5 navçeyên Çewlîgê dibistan ji ber berfê hatin girtin

19-02-2025
Nîşan Çewlîg Dibistan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Azarpêrt, Kanîreş, Gêxî, Xorxol û Çêrme yên parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê dibistan îro ji ber berfê hatin girtin.

Parêzgariya Çewlîgê ragihand ku li tevahiya parêzgehê barîna berfê û şertên neyînî yên avhewayê berdewam dikin.

Li gorî biryara Parêzgariyê, li tevahiya navçeyên Azarpêrt, Kanîreş, Gêxî, Xorxol û Çêrme û li bajarokê Xoşkar û gundê Geylana Ewasê yên navendê îro dibistan hatin girtin û perwerde nayê kirin.

Her wiha karmendên ducanî yên saziyên fermî û kesên astengdar dê karibin neçin kar û bi destûr werin hesibandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst