Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku ji ber protestokirina qeyûman hatine girtin bû 40.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 15ê Sibatê qeyûm danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.
Ji wê rojê ve li bajêr xwenîşandan, çalakî û protesto hene û danîna qeyûman tê şermezarkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî midaxeleyî çalakiyan dikin û bi dehan kesan desteser dikin.
Heta niha 22 kes ji wan bi biryara dadgehê hatibûn girtin.
Doh jî 18 kesên din ên ku beşdarî xwenîşandanan bûbûn hatin girtin ku 5 ji wan zarok in û bi vî awayî hejmara girtiyan bû 40.
Divê were gotin ku kesên beşdarî ptotestoyan dibin bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “dijayetiya yasaya 2911ê” tên darizandin.
Li rexê din, Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji 31ê Adarê ve qeyûm danîne ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks, Sêrt û Wanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse