24 salî bû hat girtin: Piştî 32 salan hat berdan
Hewlêr (Rûdaw) – Yaşar Kirmiziyê ku ji sala 1992yan ve di girtîgehê de bû hat berdan.
Yaşar Kirmizi, di 24 saliya xwe de hat girtin û di 56 saliya xwe de hat berdan.
Kirmizi, 28ê Çiriya Pêşîna sala 1992yan li Rihayê hat desteserkirin.
Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparçeyiya welêt” cezayê girtîgehê yê heta hetayî lê birî.
Kirmizi, di pêvajoya 32 salan de li girtîgehên Amed, Dîlok, Bolu û Xarpêtê ma.
Li gorî nûçeya MAyê, girtiyê Kurd Kirmizi, ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li pêşiya girtîgehê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.
Yaşar Kirmizi tevî malbata xwe derbasî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bû.