Duyemîn Foruma Hewlêrê ya salane; 'Xalên werçerxê û paşeroja Rojhilata Navîn'

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Rûdawê, herdu rojên 1 û 2 yên Adara 2023yan, 2mîn Foruma Hewlêrê ya Salane bi navnîşana “Xalên werçerxê û paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmareke navendên lêkolînê û saziyên navxwe û navdewletî pêk tîne.

Navend û saziyên wekî Enstîtuya Washingtonê bo Rojhilata Nêzîk, Konseya Atlentîk, Navenda Wilson, Masayê Azadiya Olî ya Navnetewî, Navenda Lêkolînê ya Amerîkî li Şamê, Navenda Lêkolînê ya Îtalî, Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM), Navenda Lêkolînan a Îranê (IRAM), Qamar Enerjî, Navenda Lêkolînê ya Fransayê li Iraqê(CFRI), Vision Education, Weqfa SEED û Five One Labs hevparên sereke yên Foruma Hewlêrê ya 2023an in û di rêvebirin û organîzekirina çalakiyên Foruma Hewlêrê ya salane de cih digirin. 

Cîhan û Rojhilata Navîn di qonaxeke hesas û guherbar re derbas dibin û Kurdistan li navenda vê veguherînê de cih digire. Mijarên sereke yên Foruma Hewlêr 2023 li ser xalên werçerxe yên ku herêm tê re derbas dibe ye. 

Rojên di navbera 28ê Sibatê û 2yê Adarê de li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê hejmareke zêde ji siyasetmedar, pispor, lêkolîner, medyaya navxweyî û navdewletî dê bi hev re li ser mijarên cuda yên têkildarî guhertinên li Rojhilata Navîn li ser mase di panel û hevpeyvînên taybet de gotûbêjan bikin. 

Biryar e Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd,  Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyaq, Nûnerê berê yê Amerîkayê yê Taybet ji bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey û çend rayedarên din di panelan de beşdar bibin û gotarên xwe hebe.