PDK-Sê encama kampîna xwe ya bo Efrîn û Cindirêsê aşkere kir

19-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej PDK-S Nûrî Birîmo Efrîn Cindirês Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDK-S) li Herêma Kurdistanê encama kampîna xwe ya berhevkirina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo, roja Şembiyê di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, ji kêliyên destpêkê yên erdhejê ve wan kampînek ji bo komkirina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê dest pê kir û ragihand, gelek alîkariyên wek kinc, betanî û kelûpelên xwarinê û herwiha zêdetir ji 100 hezar Dolarên Amerîkî berhev bûne.

Nûrî Birîmo tekez kir, ew dê bi hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wan alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê.

Birîmo got jî, kampîna komkirina alîkariyên kelûpelan hatiye rawestandin, lê kampîna komkirina alîkariyên madî berdewam e.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo behsa alîkariyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Herêma Kurdistanê bo Efrîn û Cindirêsê jî kir û spasiya Serok Barzanî, Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê kir ku xwedî li gelê Efrînê derketine.

Nûrî Birîmo alîkariyên ku hatine berhevkirin, bi vî awayî ragihand:

Kincên zilaman: 6654 perçe

Kincên jinan: 10563 perçe

Kincên zarokan: 16300 perçe

Betaî, lihêf û çarşef: 1897 perçe

Kelûpelên xwarinê: 1913 perçe

Alîkariya pere: Zêdeyî 100 hezar dolar

Birîmo derbarê alîkariya darayî (pere) de got, hêj ew alîkarî berdewam in û komîteyeke darayî ku li Hewlêrê hatiye avakirin serpireştiya komkirin û belavkirina wan alîkariyan dike.

 

 

Roja 6ê Sibatê erdhejeke mezin bakurê rojavayê Sûriyê, herêma Efrînê û bi taybet navçeya Cindirêsê hejand.

Li gorî amarên Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, 278 avahî bi temamî hilweşiyane û 1100 xanî ziyan dîtine.

Piştî erdhejê jî, Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) li Herêma Kurdistanê roja 8ê Sibata 2023an kampîneke komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja Efrîn û Cindirêsê ragihandibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst