Parlamenterê HDPê: Em nizanin gelo rakirina kavilan li gor hiqûqê tê kirin an na

19-02-2023
Nîşan Erdhej Kemal Bulbul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Antalyayê Kemal Bulbul serdana navçeya Elbîstanê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê kir û got: “Li vê derê dest bi rakirina kavilan hatiye kirin, lê bi rastî em nizanin ka li gor hiqûqê tên rakirin an na.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul serdana xwe ya li navçe û parêzgehên herêma erdheja 6ê Sibatê didomîne.

Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul amaje bi wê yekê dide ku li navçeya Elbîstanê navenda erdheja duyemîn a bi pileya 7.6 rîxterê, ji ber erdhej bi roj çêbûye piraniya xelkê li derve bûne û ew jî derfetek bûye ku welatî bikaribin rizgar bibin. Bulbul dibêje piraniya avahiyên li navenda bajêr herifîne.

Kemal Bulbul wiha axivî “Li gor Mereş, Semsûr û Hatayê canjidestdan li vê derê kêmtir e. Hemû avahiyên nav bajêr herifîne û gelek kes di bin kavilan de mane. Niha dest bi rakirina kavilan kirine. Ya rastî em nizanin ka ev rakirina kavilan li gor hiqûqê tê kirin an na. Em ji Kurecikê hatin vê derê, gundên li ser rê baş bûn. Ji bo hemû xelkê Elbîstanê em sersaxiyê dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst