Avahiya Rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê hat valakirin

19-02-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Erdhej Zanîngeha Dîcleyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê avahiya Rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê ji ber di erdheja 6ê Sibatê de zerar dîtiye hat valakirin.

Rêveberê Beşa Avahîsaziyê ya Fakulteya Endezyariyê Idris Bedirhanoglu derbarê mijarê de diyar kir ku rewşa avahiya Rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê zêde xirab nîne lê çend sitûnên wê zerar dîtine.

Bedirhanoglu dibêje, bi armanca tedbîr wergirtinê avahî vala kirine û piştî pişkinîneke hûr dê li gor encamê biryareke daîmî bidin. Piştî valakirina avahiyê rêveberiya zanîngehê li navenda xwendekaran a di nav zanîngehê de kar û xebatên xwe berdewam dikin.

Di erdheja Mereşê ya 6ê Sibata 2023an de li parêzgeha Amedê 6 avahî bi giştî herifîn û di encam de 407 kesan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 260 avahiyan jî zerareke zêde dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst