ENKS li Efrînê ofîsên xwe vedike

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, ew dê careke din ofîsên xwe li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê vekin.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Silêman Oso jî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê niyeta encumenê ya vekirina ofîsên xwe li Efrînê piştrast kir.

Silêman Oso îro Yekşemê 19ê Sibata 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê “Berê bi rêya encûmenên xwecihî ku li ser karên xwe kar dikirin di nav xelkê Efrînê de amade bû, lê tu navend û ofîsên ku nûnertiya me bikin tunebûn.”

Oso diyar kir, “Piştî karesata erdhejê me biryar da ku em ofîsên xwe li Efrînê vekin da ku em zêdetir alîkariyan bikin.”

Wî berpirsê ENKSê bal kişand ser wê yekê ku “eger li pêşiya wan astengî çênebin, hevalên wan li Efrînê dê di zûtirîn dem de kar bikin ji bo vekirina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî.”

Silêman Oso diyar kir, ji bo vekirina ofîsên xwe li Efrînê ew destûr ji ti aliyekî wernagirin û hevalên wan dê ji bo vekirina wan navendan bixebitin û tekez kir, eger ew rastî astengî û çewisandinê bên, dê destwerdanek ji aliyê Îtilafa Opozisyona Sûriyê ve hebe ji bo çareserkirina van astengiyan, çi ligel Tirkiyê, çi di nav Îtilafê de yan jî di nav aliyên çekdar de.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê destnîşan kir, ku divê aliyên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê piştî erdheja 6ê Sibatê siyasetên xwe biguherînin.

Wî bang li hikûmet û opozîsyona Sûriyê kir ku ji bo xizmetkirina xelkê bikevin di nav hewldanan de û got, “Ji me û pê de, divê em şaşiyên berê derbas bikin.”

Silêman Oso red kir ku vekirina ofîsên ENKSê li Efrînê bibe sedema alozî û pirsgirêkan bi Rêveberiya Xweser a li rojhilatê Firatê re û bal kişand ser wê yekê ku wan bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî yên Kurdî (PYNK) yên girêdayî Rêveberiya Xweser re di heyama diyaloga Kurdî-Kurdî de (niha rawestiyaye), li gorî belgeya siyasî li hev kirine ku mafê wan heye li her deverekê bi taybet li Efrînê ku beşeke sereke ya Rojavayê Kurdistanê ye, çalakiyên xwe yên siyasî pêk bînin.

Derbarê rola ENKSê di gihandina alîkariyên ji bo xelkê Efrînê û Cindirêsê de piştî erdhejê, Oso diyar kir ku encumenê peyam ji welatên pêwendîdar, welatên ewropî û Netewên Yekgirtî re şandiye ku bi rêya pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê re, piştgiriya xelkê bikin, her wiha daxwaza alîkariyê ji dostên xwe yên li welatên diyaspora û Herêma Kurdistanê kiriye.

ENKSê di civîna xwe ya 17 Sibata 2023a de ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, rewşa dawî ya Cindirês û Efrînê gotûbêj kir û biryar da ku li Herêma Efrînê ofîsên xwe veke.

ENKS spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û serok Barzanî jî kiriye, ku ji bo mexdûrên erdhejê yên li Efrîn û Cindirêsê alîkarî şandine.

Di daxuyaniya xwe de ENKS dibêje, wan ji Neteweyên Yekbûyî û hikûmetên welatan daxwaza alîkariyê bo herêmên erdhejê û navçeyên wêranbûyî kirine.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ji nûneratiyên xwe xwestiye ku alîkariyan ji bo xelkê Efrîn û Cindirêsê kom bikin. ENKS herwiha got, di civînê de tekezî li ser yekrêziya navmala Kurd hat kirin, her wiha girtina endamên ENKSê û siyaseta PYDê hat şermezarkirin.

Dagirkirina Efrînê

Efrîn, herêmeke Kurdî ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ye ku piştî operasyona Çiqlê Zeytûnê di sala 2018an de ket bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrî yên girêdayî Tirkiyê.

Ji sala 2018 ve grûpên çekdar gelek binpêkirin li dijî sivîlên li wir mane û milkên xelkê resen ên herêmê pêk anîne, her wiha bi hezaran darên zeytûnan ku Efrîn bi wan daran tê naskirin birrîne. Herwiha li Efrîna dagirkirî, pêvajoyeke guhertina demografiyê ji sala 2018an ve dest pê kiriye û bi hezaran malbatên Ereb û Tirkmen ji navçeyên din ên Sûriyê li wê herêma Kurdniştîn hatine bicihkirin.

Zêdetirî 30 komên çekdar kontrola vê herêma Kurdî dikin, ku ji piraniya nişteciyên wê hatiye valakirin.

Her grûpeke çekdar bi awayekî keyfî bacên zêde li ser deverên di bin destê xwe de ferz dike, û dest bi ser mal û milkên hemwelatiyên Kurd de digrin.