CENTCOM: Me serkirdeyekî DAIŞê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di operasyoneke hevbeş de ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê girtine.

Serê sibeha roja Yekşemê 19ê Sibata 2023an, Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de got: “Demjimêrên destpêkê yên roja 18ê Sibatê, Hêzên Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê û HSDê li rojhilatê Sûriyê operasyonek bi helîkopterê pêk anîn.”

Artêşa Amerîkayê dibêje, di operasyonê de serkirdeyekî DAIŞê bi navê “Batar” desteser kirine ku destê wî di planên êrîşên ser girtîgehên di bin kontrola HSDê de hebûye. Herwiha dibêje, destê wê di çêkirina maddeyên teqemeniyan de jî hebûye.

Li gor CENTCOM dibêje; “Planeke baş ji operasyonê re hatiye danîn daku ji serkeftina wê piştrast bin.” Herwiha dibêje, di dema operasyonê de ne kesên sivîl, ne hêzên HSDê û ne jî hêzên Amerîkayê kes ji wan birîndar nebûne û nehatine kuştin.

Operasyon rojek piştî wê yekê hat ku di êrîşeke çekdarî de çar serbazên Amerîkayê di operasyoneke dijî DAIŞê de birîndar bûbûn. Di operasyonê de serkirdeyekî DAIŞê bi navê Hemze Himsî hatibû kuştin û CENTCOM jî dibêje; “Li rojhilatê Sûriyê serpereştiya tora terorîstî dikir.”