Giringiya Herêma Kurdistanê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de

19-02-2022
RÛDAW
Giringiya Herêma Kurdistanê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de
Giringiya Herêma Kurdistanê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê îsal beşdarbûyeke bihêz a Konferansa Ewlehiya Munchenê ye li Almanyayê. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî mil bi milê  zêdeyî 30 serkirde û 100 wezîr û berpirsên din yên bilind ên welatên cîhanê, beşdarî wê  konferansê ne. 

Derbarê sedema vexwendina Herêma Kurdistanê bo konferansê Rêveberê Navenda Fransî bo Lêkolînan dibêje, ewlehiya cîhanê bi ewlehiya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Rêveberê Navenda Fransî bo lêkolînan Dr. Adil Baxewan got “Eger Hewlêr di ewlehiyê de nejî, mimkûn nîne Parîs di ewlehiyê de bijî. ewlehiyê Parîsê bi ewlehiya Hewlêrê ve girêda ye.”

Konferansa Munchen sê rojan berdewam dike. Têde ew pirsgirêk û  kêşe tên gotûbêjkirn ku metirsî û gef in bo ser ewlehiya cîhanê.

Pisporekî siyaseta navdewletî dibêje:"Di asta wan pirsan de Herêma Kurdistanê pêgeheke girîng heye."

Pisporê Siyaseta Navdewletî Dr. Newzad Hîtûtî ragihand “Banga Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo konferansê bêguman nîşana giringiya Herêma Kurdistanê ye.”

Ew pirsên ku di konferansa taybet bi ewlehiyê li bajarê Munchen yê Almanyayê tên gotûbêjkirin, ne tenê pirsên ewlehiyê ne, lê pirsên ewlehî yek ji tewerên wê konferansê ne.

Pirsên ku Herêma Kurdistanê gotûbêjan di Konferansa Munchenê de li ser dike ji Peywendiyên Herêma Kurdistanê yên  ligel Civaka Navdewletî, şerê dijî terorê, pirsa koçberan, proseya siyasî û  pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêktên. Derbarê wan pirsan de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja yekem a Konferansa Ewlehiyê li Munchenê çend civîn ligel serkirde û wezîrên welatên cîhanê saz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst