Mesrûr Barzanî: Divê rêz li sîstema dadweriya Kurdistanê bê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twittekê de ragihand, ku daxwazê ji hemû aliyan dike, ku rêzê li sîstema dadweriyê ya Herêma Kurdistanê bigrin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tiwitta xwe de dibêje “Ji bo sîstema dadweriyê ya Herêma Kurdistanê bikaribe bi şêweyekî serbixwe û bê destêwerdan karê xwe bike, ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ku rêzê li sîstema dadweriyê li Herêma Kurdistanê bigrin.”

Îro roja Înê, Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Twitteke bi herdu zimanên Kurdî û Înglîzî, li ser dosya cezakirina 6 kesên ji parêzgeha Duhokê kiribû.

Herwiha Serokê Herama Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di derbarê mijarê de peyamek belav kiribû di peyama xwe de got “Parastin, çespandin û berfitrehkirina azadî û demokrasiyê, wate serweriya yasa û serbixweyiya dadgehê. Serbixweyiya dadgehê jî di çawaniya karê dadgeh û dadweran de tê dîtin.

Dadgeh û dadwer divê rûmeta serbixweyiya xwe di pêxema serweriya yasayê de biparêzin, da ku rûmeta mirovan û rûmeta welat di bin siya rûmeta yasayê de parastî be.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwazê ji hemû aliyan dike, tevî maf û azadiya xwe di rexnegirtin û çêkirina givaşên sivîl li hember her biryarekê, kareke wiha nekin ku bêbawerî bi dadgeh, yasa û hemû saziyan çêbibe. Ji ber ku bêbawerî bi serweriya yasayê, wisa dike ku êdî ti kesek ji jiyan, rûmet, mal, saman û pêşeroja xwe piştrast nebe.

Roja Sêşema derbasbûyî, dadgeha Hewlêrê, bi tometa têkdana asayişa nîştimanî ya Kurdistanê, 5 girtiyên parêzgeha Duhokê bi 6 sal hatibûn cezakirin.