Sergey Lavrov û Gier Pedrsen li Moscowê civiyan

19-02-2021
RÛDAW
Nîşan Sergey Lavrov Gier Pedersen Antonio Guterres Rûsya Neteweyên Yekbûyî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsiya Sêrgy Lavrov û Şandeyê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê, Gier Pederson li Moscoyê civiyan.

Di civînê de tekezî li ser çareseriya siyasî bo pirsa Sûriyê kirin.

Wezareta Derve ya Rûsiya di daxuyaniyekê de ragihand ku Lavrov û Pederson behsa gihandina alîkariyan bo xelkê Sûriyê kirin û di civîna xwe de girîngiyeke taybet dane karê komîteya destûrê.

Lavrov amaje bi wê yekê jî kir ku Rûsya piştevaniyê li daxwaza Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Guterres dike bo sivikkirina dorpêçên yekalî yên li ser Sûriyê.

Tê çaverêkirin ku Pederson piştî vê serdana xwe ya bo Moscow serdana Şama paytexta Sûriyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst