Serok Barzanî û Osman Baydemîr dawî pêşhateyên siyasî gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr hevdîtinek pek anîn û di wê hevdîtinê de herdu aliya dawî pêşhateyên siyasî yên herêmê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Sibata 2020an li navçeya Pîrman a Hewlêrê pêşwazî li parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê Osman Baydemîr kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Mesûd Barzanî di hevdîtinê de Barzanî û Baydemîr rewşa giştî ya navçeyê û guhertinên dawî pêşhateyên siyasî gotûbêj kirin.

Di civînê de herwiha herdu aliyan derbarê rewşa gelê Kurd li Rojhilata Navîn de bîr û ramanên xwe anî ziman.

Her di vê hevdîtinê de tekez li ser peyama aştiyaneya gelê Kurdistanê û li ber girtina rêya diyalog û hevdu têgihiştinên ji bo çareseriya kêşeyan kirin.

Di beşekî din ê civîna navbera Serok Barzanî û Osman Baydemîr de, nêzîkbûna aliyên Kurdan û gotara aştîxwazaneya hevbeş a neteweyî hate behskirin.