Hevrikiya nifşê nû û kevn ê YNKê digihe ku?
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî kongreya çaremîn a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser mijara sistema birêvebirina partiyê û naveroka peyrewê bi taybetî hilbijartina hevserokên nû di navbera nifşê nû û kevn ê YNKê de pirsgirêk çêbûne.
Serokê Civata Bilind a Konevanî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl roja 11ê Sibata 2020an nameyek ji civata serkirdatiya partiya xwe re şand û doza taloqkirina civînan kir. Di nameyê de hatibû: “Civînên xwe heta demekê taloq bikin. Tevahiya biryarên ku we dane bo desthilat û organan metirsiyê li ser terazûya rêzên me pêk tînin. Pêwîst e em civînên taybet û berpirsiyarane bo çareserkirina arîşe û kêşe û nerînên cuda saz bikin.”
Di civîna Civata Serkirdatiya YNKê ya roja 15ê Sibatê de li ser daxwaza Kosret Resûl civînên hemwarkirina rêziknameya navxwe ya YNKê hatibû taloqkirin.
Di civîna 8ê sibata 2020an de, Civata Serkirdatiya YNKê pergala hevserokiyê pejirand û biryar da du hevserok bo YNKê bên hilbijartin.
Tevî nameya Kosret Resûl jî, lê civînên Civata Serkirdatiya YNKê bo hemwarkirina rêziknameya navxwe berdewam bûn. Di civîna roja 13ê mehê de guftûgo li ser rêziknameyê xilas bûn. Piştî civînê, serpereştê civînên Civata Serkirdatiya YNKê Mistefa Çawreş ji Rûdawê re got: “Di civînê de guftûgo li ser hemû madeyên rêziknameya navxwe ya YNKê hat kirin. Piraniya madeyan hatin pejirandin. Ji bilî madeyên girêdayî Civata Bilind a Konevanî ya YNKê. Em dixwazin piştî şêwira ligel biraderên Civata Bilind a Konevanî, madeyên dî jî pesend bikin, çimkî ew jî hevalên me ne û em dixwazin guftûgoyê ligel wan bikin û paşê hemû madeyan pesend bikin.”
Nakokiyên navbera nifşê kevn ê YNKê (Civata Bilind a Konevanî) ligel nifşê nû (Civata Serkirdatiyê) hefteya borî bi eşkereyî derketin holê. Piştî hişyariya Kosret Resûl, her yek ji Bafilê Talebanî û Lahûrê Şêx Cengî ku zêdetirîn dengên kongreyê anîbûn, ziyareta Kosret Resûl kirin.
Merîwan Ebdulla ku rojnamevanekî YNKê ye, qala rêkeftina herdu nifşan kiribû û ragihadnibû: “Bi egereke zêde peykerê YNKê bi awayekî dibe ku du hevserokên YNKê hebin, egera bihêz ew e ku Bafilê Talebanî û Lahûrê Şêx Cengî bibin hevserok. Çimkî zêdetirîn dengên kongreyê anîbûn. Du cîgirên hevserokan jî dibin. Bihêztirîn berbijêr jî Şalawê Kosret Resûl û Refhetê Ebdulla ne.”
Lê serpereştê civînên Civata Giştî ya Serkirdatiya YNKê Mistefa Çawreş gotibû: “Hêj navê ti kesî bo hevserokên YNKê nehatiye yekalîkirin. Ev piştî xilasbûna guftûgoyan ligel Civata Bilind a Konevanî û pejirandina tevahiya madeyan dibe.”
Berê Civata Bilind a Konevanî di civînekê de di roja 16ê Çileya 2020an de komîteyek ji her yek ji Mela Bextiyar, Hakim Qadir û Dilêrê Seyid Mecîd pêk anî bo amadekirina projeyekê derbarê diyarkirina desthilatên civatê di rêziknameya navxwe de.
Rojnamevanê YNKê ragihandibû: “Desthilatên Civata Bilind a Konevanî û berjewendiya YNKê bi awayekî dibe ku li ser asta pêgeh û xebata serok û endamên civatê be. Yanî beşek ji desthilatên wê birêvebirina YNKê li ba wan dibe bi hevahengî ligel hevserok û cîgirên wan û polîtburoya YNKê.”
Tevî ku di rêziknameya navxwe de polîtburo nemabû, lê di hemwarê de polîtburo hate danîn ku bi gotina rojnamevanê YNKê, egera wê zêde ye hejmara endamên wê 20 kes bin. Seidî Ehmed Pîre piştrast kir ku polîtburoya YNKê dimîne û got: “Polîtburoya me dibe û hejmara endamên wê jî dibe ku ta 15 kesan here.”
Endamê Civata Serkirdatiya YNKê Herêm Kemal Axa jî got: “Berpirsên ofîsên YNKê ku pêk tên ji pêwendî, birêkxistin, hilbijartin, civakî, şehîd, fikir û hişyarî, darayî, navenda derve, rêxistinên demokratîk hemûşk dibin endamên polîtburoyê û dibe ku hejmara ofîsan jî zêdetir bin. Herwisa serokê civata serkirdatiyê jî, eger heye bibe endamê polîtburoyê.”
Li ser dema civîna bê ya Civata Serkirdatiya YNKê Mistefa Çawreş ragihandibû: “Dibe ku em roja şemiya bê bicivin. Lê dibe ku dema civînê li gor pêşhateyan bê guhertin jî.”
Dilgiraniyên Civata Bilind a Konevanî, piştî pejirandina pergala hevserokiyê bo YNKê derketin holê ku li gor rêziknameya navxwe desthilateke zêde ya hevserokên YNKê dibe.
Endamê Civata Serkirdatiya YNKê Seidî Ehmed Pîre dibêje: “Hemû biryar ji aliyê civata serkirdatiyê ve derdikevin û çavkaniya biryarê li ba wê ye. Hemû ofîs vedigerin bo civata serkirdatiyê ya 127 kesî, herwisa civata serkirdatiyê biryarê li ser desthilata hemû organan dide, ligel vê jî divê civata serkirdatiyê hemû rêkeftinên konevanî pesend bike.”
Li ser desthilatên Civata Bilind a Konevanî jî, Pîre dibilîne: “Desthilata Civata Bilind a Konevanî di mijarên stratejî û giring û yên têkildarî berjewendiya YNKê û kurdan de dibe. Heke hîs bi kêmasiyan bike, bersiv dide û wan radigire. Yan çêdibe ku hin caran birêz serokê Civata Bilind a Konevanî bê bangkirin bo hinek biryar û gotûbêjan, wê çaxê biryar dibin biryarên hevpar.”
Civata Serkirdatiya YNKê hemwarkirina rêziknameyê xilas kir, maye guftûgoyê li ser desthilata Civata Bilind a Konevanî bike ku organeke nû ya YNKê ye û di kongreya 4an de hat damezrandin.
Endamê Civata Serkirdatiya YNKê Pola Sîrwan Talebanî ji Rûdawê re gotibû: “Diviyabû em roja 15ê Sibatê li ser wê mijarê bipeyiviyana. Lê ji ber sefera kak Kosretî me bo çend rojan babet bi paş xist.”
Rewşa Kosret Resûl Elî
Bi salan e ku rewşa tendirustî ya Kosret Resûl ne qenc e. Berê jî çend neştergeriyek jê re hatibûn kirin. Berpirsên YNKê gotinên cuda li ser geşta wî ya vê carê bo derve dibêjin.
Li ser tendirustiya Kosret Resûl Elî, Seidî Ehmed Pîre dibêje: “Tendirustiya wî baş e û ne xerab e. Randevûyeke wî ligel pizîşk hebû bo lingê wî, lewra ziyareta Urdinê kir.”
Her di vî warî de, Wezîrê Plandanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dara Reşîd ku pizîşkê taybet ê Kosret Resûl e, ji Rûdawê re ragihand: “Her dema ez ligel kak Kosret bim bizanin nesax e, lê babeta çûna wî bo Urdinê serpêyî û tiştekî giştî ye ligel çend hevalên xwe çûye.”
Sekreterê Rojnamevanî yê Kosret Resûl Mesûd Mela Hemze jî, li ser serdana wî bo Urdinê got: “Tendirustiya wî pir baş e û ti neştergeriyek jê re nayê çêkirin.”