Nêçîrvan Barzanî û Osman Baydemîr ji hev nêzîkkirina aliyên Kurdistanî gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di civînê de herdu aliyan tekezî li ser xebata siyasî ya sivîl û gotara aştîxwaz a gelê Kurd ji çareserkirina pirsgirêkan, bidestxistina mafên wan û jihevnêzîkkirina aliyên Kurdistanî kirin.

Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Osman Baydemîr de, dawîn rewş û pêşhatên li navçeyê bi giştî û guhertinên siyasî û rewşa Kurdan li navçeyê û çareserkirina pirsgirêkan bi dêya diyalog û danstandinê û herwiha rola civaka navdewletî di vê mijarê de gotûbêj kirin.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr îro li gel Serok Mesûd Barzanî jî civiyabû.