Bozyel: Tişta ku dewletê dixwest, HDPê di sîniya zêrîn de pêşkeş kir

Amed (Rûdaw) – Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel di konferanseke rojnamevanî de, rexneyên tund li HDP girtin û got ku tişta dewleta Tirkiyê dixwest bike Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di tepsiya zêrîn de pêşkeş kir.

 

îro Sêşemê 19ê Sibatê, namzetên serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, di taşteyê de li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê, digel rojnamevanan civiya. Di civîna çapemeniyê de rêvebir û endamên herdu partyên PAK û PSKê û hin şexsiyetên serbixwe amade bûn.


Di civînê de pêşî Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel axivî. Bozyel behsa pêvajoya hilbijartinê kir û pêvajoya xendekan rexne kir û got "Serokên şaredariyan ên wekî qeyyûm dest danîne ser, ne rewa ne."


Bayram Bozyel got: “20 sal in HDP xwedî desthilat e û gelê Kurd piştevaniyeke mezin da wê partiyê, lê ji xirabiyê pê ve li me venegeriya. Ti tiştek ji bo parastina çand û kultûra Kurdî, parastina bihayên dîrokî û bajarvaniyeke modern nehatiye kirin.”


Bozyel dibêje, HDP bi siyaseta xwe, rê da ku dewlet siyaseta xwe ya qirêj bi hesanî bimeşîne û got: “Tişta dewletê dixwest bike HDPê di tepsiya zêrîn de pêşkeş kir.”


Piştî Bozyelî, Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, bi tirkî, kurmancî û zazakî axaftinek kir.


Di axaftina xwe de Saît Aydogmuş, behsa projeyên xwe kir. Aydogmuş, got rêvebiriyên Amedê ku heta niha Amedê bi rê ve dibin, qaşo 'azadîxwaz û beşdarxwaz' bûn lê bi fermanên ji derve hatî ve Amed bi rê ve dibir û wiha pê de çû: "Ez dê hemû pêdiviyên şaredariya Amedê, pêşî ji hilberîner, esnaf û mutahîdên xwecîhî peyda bikim."


Aydogmuş behsa girîngîdana zimanê Kurdî û projeyên xwe yên li ser vê yekê jî kir û mafên pekhateyên wekî Ermen, Keldanî û Suryanan jî bibîr xist. Herwiha bo Amedeke aram, şînahî û nûjen projeyên xwe dan nasîn.


Ji bilî Namzetê Serbixwe yê Amedê Saît Aydogmuş, namzedê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner, namzedê  Peyasê Ahmet Zeki Ekinci, namzedê Rezanê Hidayet Fidan amade bûn.