Demirtaş ji Parlemento û Konseya Ewropayê re name şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattin Demîrtaş, bi mebesta ji grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan re bêdeng nemînin ji Parlemento û Konseya Ewropayê re name şandin.

 

Hevserokê Partiya Demokrasiya Gel (HDP) yê berê, Selahattin Demirtaş, di nameyên xwe yên bo Parlementoya Ewropa û Konseya Ewropayê de destnîşan kiriye ku li girtîgehên Tirkiyê û li welatên Ewropayê, di serî de Parlementera HDPê Leyla Guven, nêzîkî 320 kesan, bi armanca ku tecrîda li ser Serokê PKKê Abdulah Ocalan rabe û hewldanên aştiyê destpê bikin, dest bi greva birçîbûnê kirine.

 

Demirtaş, di herdu nameyan de diyar kiriye ku rewşa tendirustî ya kesên kesên grevgirtî di xeterê de ye û bang li Parlamento û Konseya Ewropayê kiriye ku li hember vê rewşa xeter a kesên di grevê de bêdeng nemînin û dest bi hewldanan bikin.

 

Hevserokê HDPê yê berê Demirtaş, ji 4ê Mijdara 2017an ve, di girtîgeha cûreya F ya Edîrneyê de girtî ye.

 

Parlementera HDPê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan û destpêkirina hewlên aştiyê, 104 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem de ye.

 

Piştî Leyla Guvenê, li girtîgehên Tirkiyê û li hin welatên Ewropayê jî nêzîkî 320 kesên din di demên cuda de dest bi greva birçîbê kiribûn.