Jina Kurd a Êzidî: Me xwe wek ker û lalan dikir

Hewlêr (Rûdaw) – Jina ji dest ê DAIŞê rizgarbûyî ya Kurda Êzîdî xelka Şengalê, Leyla dibêje çekdarên rêxistinê jin û keçên revandî, bi rêya bernameya Wahatsappê difirotin.

 

Kurda Êzîdî ya xelka Şengalê, Leyla ji Rûdawê re behsa heyama êsîrbûna xwe ya di nav DAIŞê de kir.

 

Ji rûyê Leyla ya 30 salî, bi zelalî diyar dibe, ku çi bûyer bi ser Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê dijîn de hatine. Wê jî wek tevahiya jin û keçên Kurdên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, êş û azarên xwe avêtiye dilê xwe de ku kesûkarên wan hatine kuştin.

 

Çekdarên DAIŞê di 3yê Tabaxa 2014an de li Şengalê Leyla û du zarokên wê direvînin. Leyla dibêje: “Cihên em birin hemû ji ber şer wêran bibûn. Her der wek roja yekê ya dagirkirina Şengalê bûn. Beşek ji keçên Êzidî porên xwe wek a zilaman kurt jê kiribûn.

 

Leyla diyar kir ku çekdarên DAIŞê, bi revandina keç û jinên Kurdan Êzidî ku wek “cariye” bi kar dianîn pesnê xwe bi wê yekê didan û got: “Beşek ji me, ji bo nebin cariye, xwe wek ker û lalan dikirin. Wan pijîşk dianîn û kontrola me dikirin. Hemû DAIŞî dişibîn hev, rûyê wan, pora wan û rihên wan hemûyan wek hev bû. Her yekî ji xwe re keçek hilbijart û ligel xwe dibir.”

 

Kesên Quran ezber dikirin dihatin xelatkirin

 

Di Tîrmeha 2015an de “melayê” Mûsilê yê DAIŞê “fetwayek” derxist ku her kesî Quranê ezber bike dê bi cariyekê were xelatkirin. Leyla dibêje ku tevahiya xelat û diyarên DAIŞê derbarê çarenivîsa jinên Kurdên Êzidî de bûn.

 

DAIŞ biryarê dide ku Leyla û hevalên wê bi hev re bibin Sûriyê. Dema wan bi otobûsan bi Şengalê re derbas dikin Leyla mala xwe dibîne. Leyla wiha behsa wê keliyê dike: “Wê demê êşek ket dilê min. Piştî heyameke kurt balafirên şer êrişî Şengalê kirin. Min di dilê xwe de dia kir ku Xwedê bike bombeyek li otobûsa me bikev û em canê xwe ji dest bidin.”

 

Leyla da xuyandin ku ew bi şev gihîştine Sûriyê û got: “Em xistin di hundirê odeyekê de. Wek zîndanê bû. Diyar bû berî me jî keçên Êzidî li wê derê mabûn. Ristikên kesk ên li ser gerdena me, hemû kom kirin. Wan ji çavinoka hez nedikir. Roja paştir em birin malekê. Sabûn û şampuan dan me û ji me re gotin xwe baş bişûn dê werin we bibin.”

 

Bi rêya Wahatsappê dihatin firotin

 

Leyla dibêje carna ew bi rêya Wahatsappê difirotin kesên din. Bi gotina Leyla wêneyê wê û du zarokên wê ligel nirxê wan li ser Wahatsappê hatine belavkirin.

 

Jina Kurda Êzidî da zanîn ku çekdarekî DAIŞê yê xelkê Erebistana Sûdiyê bi “bazirganiya cariyan” dewlemend bûye.

 

Kesekî bi navê Ebu Enes, Leyla û herdu zarokên wê dikire, lê roja paştir difiroşe çekdarekî ji Mûsilê bi navê Seyf. Pişt re jî çekdarekî bi navê Ebdulah Haşimî wê û herdu zarokê wê ji xwe re dikire.

 

Leyla dibêje ku ji ber ku wê nimêj nedkir îşkence lê wê dikirin.

 

“Xwe tevlî jinên ducanî nedikirin”

 

 Leyla diyar dike ku gotinekê pêşiyên wan heye dibêje “Li ser axa me destpêkê jin hişyar dibin û rojê derdixin.” Di berdewamiya axaftina xwe de Leyla dibêje: “Tevahiya jinan birin. Ji bo pêşwazîkirina rojê ti jinên me neman.”

 

DAIŞiyê xelkê Sûidyê Ebdullah piştî demekê Leyla ligel ba xwe dihêle wê dîsa difiroşe çekdarekî din ê rêxistinê. Bi gotina Leyla, Ebdullah ew radestî 4 çekdarên DAIŞê kiriye û ji wan çekdarekî bi navê Ebu Hamza ew ji xwe kiriye.

 

Leyla diyar kir ku Ebu Hamza bazirganê jinan bû û dibêje: “Dema em gihîştin malê, min dît ku li wê derê çend jin û keçên Êzidî hene. Malek dewlemend bû, lê ew der di heman demê de cihê kirrin û firotina jin û keçan bû.”

 

Leyla dibîne ku kesên ducanî heta zaroka xwe nehênin dinê çekdarên DAIŞê miameleya kirin û firotinê ligel wan nake. Leyla got: “Berpirsên rêxistinê gelek zû cariyên xwe diguhertin. Bi zorê destdirêjiya seksê li keç û jinan dikirin. Îşkence li wan dikir, lê xwe tevlî jinên ducanî nedikirin.”

 

“Keç û jinan xwe dikuştin”

 

Leyla da zanîn ku hemû rêyên revê li ber keç û jinên dîl girtî hatibûn giritin û dibêje ew li bajarê Reqayê wek di nava zeviyeke mîn kirî de dijiyan. Kesên hewl didan birevin bicih de dihatin girtin û jiyana wan êdî dibû wek dojehê.

 

Bi gotina jina Kurda Êzidî gelek keç û jinan ji ber rewaş têde diman, xwe dikuştin. Leyla dide zanîn: “Tişta rast, min jî dixwest ez bimirim. Min dixwest ez xwe bikujim lê dema ku min li zarokên xwe dinêrî ez poşman dibûm.”