Herêma Kurdistanê hatina karkerên biyanî sînordar dike

19-02-2019
RÛDAW
Karkerên Rojhilatê Kurdistanê ji vê biryarê zirarê dibînin
Karkerên Rojhilatê Kurdistanê ji vê biryarê zirarê dibînin
Nîşan Herêma Kurdistanê Karker Sînordar Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, hatina karkerên biyanî bo Herêma Kurdistanê sînordar dike.

 

Li gor biryara wezaretê, ger ku hemwelatiyên herêmê yên ku dikarin wî karî bikin hebin, şirketên biyanî û kesên xwedî pîşe yên ku ji derveyê Herêma Kurdistanê ne, nikarin karkeran ji derveyê herêmê bînin. Eger vê yekê bikin, dê bêne cezakirin.

 

Di derbarê vê biryarê de Rêveberê Giştî yê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî Arif Hîto, anî ziman ku nabe kesên biyanî li Herêma Kurdistanê karên ku pêdiviya hemwelatiyên herêmê pê heye bikin.

 

Hiso got ku nabe tu kes, ne bi ser rêya şirketan û bi veşartî bihê herêmê û kar bike. Divê kesên vê rêyê hildibijêrin yan bêne darizandin yan jî divê Wezareta Navxweyî pêşî li hatinin bi vî rengî bigire.

 

Ev biryara wezaretê jî karkerên ku ji Rojhelatê Kurdistan têne herêmê dixe nava xof û gumanê, lewre li Îranê, ji ber qeyrana darayî mercên debara jiyanê pir zor in, bêkarî pir berz e û her wiha karkerên ji Rojhilatê Kurdistanê, ne bi rêya şirketan, bi serê xwe têne herêmê.

 

Karkerê ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Qudret Mûsa ragihand,  ku bûhayê dînarê Iraqî berz e û berovajiyê dînar, buhayê tûmenê Îranê pir kêm e, ji ber wê yekê dema ew li Herêma Kurdistanê kar dikin, bêhtir pere qezenc dikin.

 

Qudret Mûsa got: “Li Îranê ji ber bêkariyê em nikarin bixebitin. Lê belê li Herêma Kurdistanê rewş pir baştir e. Bi saya xebata li vê derê em dikarin mala xwe xwedî bikin û zarokên xwe bijînin.”

 

Yek ji karkerên ji Rojhilatê Kurdistanê Mîhran Hesen jî diyar kir ku eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji neçarî wan vegerîne, ev yek dê ji bo debara mal û jiyana zarokên wan zemetiyeke mezin peyda bike çimku ew ji neçarî hatine Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst