Holenda hewla vejandina sektora çandiniyê ya Kurdistanê dide
Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Çandiniyê ya Holenda û Herêma Kurdistanê roja bihorî li Hewlêrê birêve çû. Hikûmeta Herêma Kurdistsnê hewl dide ku çandiniyê bike çavkaniya sereke ya aborî, ji bo ku take çavkaniya darayî û debara jiyanê tenê petrol nebe.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî di konferansê de amade bû û ragihand, dema wê yekê hatiye ku li Herêma Kurdistanê, kerta çandiniyê pêş bikeve û berhema cotkarên navxweyî biçe ser sifreya xelkê.
Konsulê giştî yê Holendayê li Herêma Kurdistanê amadebûna welatê xwe ji bo alîkariya kerta çandiniyê nîşan da û ji beşdarbûyên konferansê re got, ji karên wan ên herî li pêş, peydakirina derfetên kar e, pêşxistina kerta çandinî û xorakê ye li Herêma Kurdistanê.
Welatiyeka ji Hewlêrê xwarineke tendirust û siruştî û bêyî ku pereyan pê bide li ber deriyê mala xwe kom dike. Ev jin dikare bibe nimûneya welatekî ku êdî ji berhemên xwe yên navxweyî têr bixwe û pêwistiya wî bi welatên derve nebe.
Heta niha Herêma Kurdistanê beşekî mezin ji berhemên cuda cuda û bi taybetî keskatî û sewze û xwarinan ji Tirkiyê û Îranê û welatên din tîne. Rêjeya keskatiyê ya hawirdekirî dike ji sedî û ya xwarinê jî dike ji sedî 90.
Rûberê Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 caran ji rûberê Holendayê mezintir e, lê belê Holenda hêza herî mezin a çandiniyê di Yekîtiya Ewropayê de ye û duyemîn hinardekara berhemên çandiniyê li cîhanê ye. Holenda dixwaze hevkariyên xwe di karta çandiniyê de bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bike. Ji bo vê yekê jî konferansa hevkariya çandiniyê “Ji Zeviyê Heta Sifra Xwarinê” li Hewlêrê li dar xist.
Kosnsulê Giştî yê Holenda li Herêma Kurdistanê, Willem Cosijn dibêje: "Şanişîna Holenda tekezî li ser pabendbûna xwe li beramberî Herêma Kurdistanê û Iraqê dike, em jî di wê baweriyê de ne ku pêdîviya herêmê bi qonaxeke nû heye, ku di vê qonaxa nû de bikaribe aramî çêbike.
Ji ber vê yekê bêdîviya me bi hêzeke kar heye ku nearamiyê nehêle, ji ber vê yekê jî bi rastî em dixwazin bibin beşek ji vî karî û karên hevbeş yên di navbera me de berdewam bikin, herwiha yek ji xalên çêkirina hêza kar ewe, ku pêşesaziya çandin û xwarinê pêş bikevin."
Di şerê duyem ê cîhanî de nêzîkî 20 hezar Holendî ji birçîna mirin, lê niha êdî ev yek rû nade, ji ber ku Holenda bi teknolojiyeke pêşketî û bi lêkolînên zanistî yên berdewam nexasim di warê çandinî û zad û xwarinê de karta xwe ya çandiniyê geş dike.
Piraniya wan lêkolînan jî li Zanîngeha Waigeningen tên kirin. Pisporên wê zanîngehê dixwazin ezmûna serkeftî ya Holenda biguhezin Herêma Kurdistanê.
Propfêsor li Zanîngeha Waigeningen, Joost Jongerden ragihand:"Li ser daxwaza Wezartea Derve ya Holendayê, me dest bi şopandina pirsgirêkên kerta çandin û xwarinê li Herêma Kurdistanê kirye, aramnca me ewe em alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ku vê kertê pêş bixe. Bi rastî hinek pirsgirêk di kerta çandinê û xwarinê li Herêma Kurdistanê de heye, lê me biryar daye ku foksa me li ser derfetên çareserkirina wan pirsgirêkan bin."
Axa Kurdistanê jî zengîn û bi bereket e. Lê siyaseta aborî li herêmê guhdaneke zêde bi vê kertê nekiriye. Bêtir guh daye kerta petrolê û samanên siruştî. Lê realîte dibêje petrol şûna xwarin û çandiniyê nagire û Venezuela jî mînakeke berçav e.