HEWLÊR – Ji bo diziya zêran 25 metre tunel kolandine

Hewlêr (Rûdaw) – Komek dizan li navçeya Xebat a Hewlêrê ji bo dizîna zêr û mûcevheran tûnelek 25 metreyî kolandin lê xwediyê zêrîngeriyê zû ji wan hesiya.  

 

Roja Înê (17-02-2017) Komek dizan li navçeya Xebat a Hewlêrê bi rêya tunelê ketin zêrîngerekî û hinek zêr dizîn.

 

Derbarê mijarê de Qaymiqamê Xebatê Hêmin Qadir ji Rûdawê re got; “Diz di nav xaniyekê kirê de rûniştine û tunelekî 25 metreyî kolandine, hatine nav zêrîngeriyê. Hinek zêr dizîne û revîne.”

 

Li gorî gotina Berdevkê Polîsên Xebatê Hogir Ezîz derbarê bûyerê de lêkolîn tên kirin, diyare dizan ji mêj ve plana xwe amade kirine û guman ti kirin diz koçberê Mûsilê bin.

 

Xwedanê dikana zêringeriyê jî ji Rûdawê re got; “Demjimêr 01:30ê şevê alarma dikanê lêda û ez zû gihiştime dukanê. Di bin kaseyê de tunelek kolandibûn lewma destpêkê me nedît. Lê paşî tunel eşkere bû. Tenê hinek zêr dizîne.”

 

Li gorî lêkolînên polîsan ew kesên tunel kolandine kogehekî nêzîkî zêrîngeriyê ji bo mehekî kirê kirine lê piştî ku karê tunela wan xilas nebûye, du meh din jî dema kirêyê dirêj kirine.