Beriya şerê mezin eşîr li Hewlêrê kom bûn

19-02-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li koçberên ji bajarên Iraqê kiriye.

Li Hewlêrê 250 mezinên eşîrên sunne li Salona Saad Abdullah hatin ba hev.

Di civînê de Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, Parêzgarê Mûsilê Newfel Hamadî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî amade bûn.

Li civîna “Bo Operasyona Rizgarkirina Mûsilê Piştgirî” Selîm Cibûrî axavtinek pêşkêş kir û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li koçberên ji bajarên Iraqê kiriye.

Cibûrî behsa azadkirina Mûsilê û qonaxa piştî DAIŞê kir û da xuyakirin ku alîkariya di navbera hêzên artêşê û şervanên eşîran û hêzên Pêşmerge de, nîşana serkeftineke mezin e.

 

Herwiha Cibûrî anî ziman, bo pêkanîna aştiya civakî pêwîstiya wan bi karekî mezin yê eşîran heye û di rêya lihevkirineke civakî re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst