ROJAVA – HSDê Şedadê kontrol kir

19-02-2016
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke Şedadê HSD Xezeba Xabûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Şedadê li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro înê 19ê Sibatê bajarê Şedadê li başûr rojhilatê parêzgeha Hesekê kontrol kirin.

 

Li gor agahiyan, îro di 3mîn roja operasyona HSDê li başûrê bajarê Hesekê de, şervanên HSDê karîn piştî şer û pevçûnên dijwar bajarê Şedadê bi tevahî ji destê çekdarên DAIŞê derxînin.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo kontrolkirina bajarê Şedadî li başûr rojhilatê Hesekê di roja 16ê Sibatê de dest bi operasyona Xezeba Xabûrê kirine û ew operasyon îro di 3mîn roja xwe de bû.

 

Her îro berî nîvro hatibû ragihandin, ku îro di berdewamiya operasyonê de şervanên HSDê di çarçoveya pêngava Xezeba Xaburê de, 3 gundên Dehra Jorîn û Dehra Jêrîn û gundê Um Hecera El-Şedadê kontrol kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst