Li Amedê "Komeleya Pîşesaz û Karsazên Kurdistanê” hat damezrandin
Amed (Rûdaw)- Karsaz û pîşesazên kurd li Bakûrê Kurdistanê li Amedê "Komeleya Pîşesaz û Karsazên Kurdistanê”, avadikin.
Damezrênerên komeleyê bawer dikin ku komele dê yekîtiya karsazên Kurd xurt bike û rengeke Kurdistanî bide aboriya Kurdistanê. Herwiha ragihandin ku deriyê wan ji her kesê ku xwediyê rengeke Kurdistaniye re vekiriye.
Di vê derbarê de Berdevkê Komeleya Pîşesaz û Karmendên Kurd, Huseyîn Bardakci, ji Rûdawê re got: “Mebestek Komeleyê jî ewe ku têkiliyên Karmendên kurd pêşve biçin û pirsgirêkên aboriya Kurdistanê werin çareserkirin.
Ji aliyê xwe Endamê Birêveberê-Komeleya Pîşesaz û Karmendên Kurd, Mehmet Akyil wiha ji Rûdawê re axivî: “Kedkarên Amedê jî vê hewldanê wekî pêşveçûneke erênî dibînin û daxwaza wan ewe ku bandorek baş li ser hemû aliyên jiyana aboriyê bike.”