Colemêrg: Xwest sînga xwe biçûk bike lê emeliyat bû dawiya wê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jineke ku piştî neştergeriya ciwankariyê nîvmirî bû piştî 13 rojan canê xwe ji dest da.

Jina 29 salî H.Eyê 6ê Kanûna Paşîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê bi armanca biçûkkirina sînga xwe neştergerî kir.

Li gorî îdiayan, bijîşkan dema neştergeriyê zêde narkoz dayê û ji ber vê yekê jî ketiye rewşa nîvmirîbûnê.

Tîmên tenduristiyê piştî 3 rojan ew veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê lê wê îro canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku ew dê piştî otopsiyê li gundê Rontikê yê Colemêrgê were veşartin.