32 salan zarokên apê wî çênebûn: Navê kurê xwe kir Pêşrew û da apê xwe

19-01-2024
Nîşan Pêşrew Dizeyî Akrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çiya Hemîd Mistefa navê kurê xwe yê ku doh çêbû kir Pêşrew û da apê xwe.

Ev serpêhatî rastiyek e ku li qezaya Akrê ya Dihokê rû daye.

Apê Çiya û jinapa wî 32 sal berê zewicîne lê qet zarokên wan çênebûne.

Çiya bavê sê zarokan e, wî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku apê wî û jinapa wî li Hewlêr, Bexda û Tehranê bi salan li nexweşxaneyan geriyane lê zarokên wan çênebûne.

Dema ku zarokekî nû yê Çiya û hevjîna wî hatiye dinê, hevjîna wî gotiye em vî kurê xwe bidin apê te û jinapa te.

Mam Zahir Mistefa 58 salî ye, wî spasiya biraziyê xwe kir û got, “Em dê wî bi awayî herî delal mezin bikin.”

Kurê Çiya doh li Naxweşxaneya Akrê ji dayîk bûye û wan ji bo xatirê Pêşrew Dizeyiyê ku di êrişa Îranê de hatibû kuştin navê wî kiriye “Pêşrew”.

"Dema Pêşrewek şehîd dikeve, hezar Pêşrewên din ji dayîk dibin"

Çiya Hemîd Mistefa li ser sedema hilbijartina vî navî got:

“Baş zanibin, dema Pêşrewek şehîd dikeve, hezar Pêşrewên din ji dayîk dibin.”

Îranê 15ê vê mehê bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir, pênc mûşekên Îranê li mala sermayedarê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizyeyî, keça wî Jîneya ku hîn salek nekiribû, mêvanê wî sermayedarê ji Mûsilê Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê di vê êrişê de canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst