Li Bokanê 3 Kurd hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan, du kes ji wan welatiyan ên bi navên Nasir Elîpûr ji gundê Daşbendiyê yê bajarê Bokanê û Rêbwar Kûhgerdiyê ji heman bajarî, roja pêncşemê ji aliyê hêzên îstixbarata Îrana ve hatine desteserkirin.

Şeva çarşemê jî welatiyekî din ê bi navê Aram Sebziyê 30 salî yê ji Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her sê welatî ji bo lêpirsînê birin Îdareya Îtlaatê ya Bokanê.

Heta niha sedema desteserkirin û tometbarkirina wan ne diyar e û berpirsên pêwendîdar ên Urmiye û Bokanê jî ti agahî nedane.

Li gorî agahiyên Hengawê, hêzên ewlehiyê bi ser malên wan kesan de girtiye û dest daniye ser telefon û komputerên wan û hinek tiştên wan şikandine.